Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Zîlan e
Gerîlayên HPG û YJA Starê şehîd Zîlan bi bîr anîn ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedaî kir û gotin, “Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Rêber Apo, fêhmkirina Zîlan e.”
Gerîlayên HPG û YJA Starê şehîd Zîlan bi bîr anîn ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakiya fedaî kir û gotin, “Mifteya pêvajoya nû fêhmkirina Rêber Apo, fêhmkirina Zîlan e.”
Gerîlayên HPG û YJA Starê têkildarî çalakiya fedaî ya gerîlaya PKK’ê Zîlan (Zeynep Kinaci) axivîn ku 30’ê Hezîrana 1996’an li Dersimê çalakî pêk anî.
Ferman Penaber: Hevala Zîlan li hemberî hewldana sûîqestê ya li dijî Rêber Apo di sala 1996’an de li Dersimê çalakiya fedaî kir. Ev yek bersivek li hemberî dijminê dagirker bû û ji dijmin re hate gotin, ‘Bi ti awayî tu nikare dest bide Rêberê me’
Axîn Nemir: Hevala Zîlan Rêbertî fêhm kir û li gorî vê yekê bersiv da Rêbertî û gel. Hevala Zîlan Rêbertî nedîtibû, pê re nema bû lê belê Rêbertî xwend, fikrên wî nas kir û bersiveke rast da. Îro jî berpirsyariya me ye ku em Rêbertî rast fêhm bikin û li ser vê bingehê têbikoşin. Nameya hevala Zîlan bû ronahiyek ku rêya me ronî kir. Îro jî ev name dibe bingeha perwerdeya me û di vê çarçoveyê de berxwedana me dewam dike.
Jîna Çelê: Hevala Zîlan xeta azadiyê ya jinê afirand. Bi saya wê nasnameya azad a jinên Kurd derkete pêş. Divê jin bibin yek ku azadiya xwe karibin pêk bînin. Xeta me xeta şehîd Zîlan e, em ê heta dawiyê li ser vê xetê bimeşin.
Azad Mîrza: Hevala Zîlan Rêbertî fêhm kiribû. Fêhmkirina Rêbertî, fêhmkirina hevala Zîlan di vê demê de mifteya pêvajoyê ye. Ji bo em karibin bibin bersiv ji pêngava aştî û civaka demokratîk re divê em xeta Rêber Apo rast fêhm bikin û bixin meriyetê. Ev yek jî Zîlanbûyînê weke wezîfeyekê datîne pêşiya me.
Şoreş Cîlo: Ruhê fedaî yê Rêber Apo di pratîkê de di şexsê hevala Zîlan de şênber bû. Em hemû şopdarên vî ruhê fedaî ne. Fedaîtî xwedîderketina li jiyanê ye, xwedîderketina li mirov, civak, xweza, jin, zarok û jiyana hemû zindiyan e. Jiyana herî bi wate jiyana ji bo civakê ye. Mafê me yê xweparastinê heye, em hêza herî mezin a cîhanê jî bin heta ku êrîş li me neyê kirin em êrîşî kesî nakin. Lê belê eger êrîş li hemberî me bê kirin em ê heta dawiyê xwe biparêzin. Em ê têkoşîna xwe li ser vê bingehê dewam bikin.
Baharîn Viyan: Hevala Zîlan xwedawenda azadiyê ye. Ji bo me sembola azadiyê ye. Em hewl didin berpirsyariya xwe ya li pêşberî wê bi cih bînin. Em soz didin; em ê li ser vê xetê û li ser rêya wê bimeşin.
Gerîla Hemze: Hevala Zîlan çima çalakiyeke bi vî rengî kir, ev gelekî girîng e. Ya rast dixwest bibêje, ‘Rêbertî ne tenê kesek e, nasnameyek e, pênaseyeke civakê ye’. Îro jî ji Sarayan heta bi Asyayan xeta fedaî dewam dike. Şehîd Zîlan nîşan da ku jiyana azad tenê bi xeta jinê ya azad dikare bibe û pîvana sosyalîzmê azadiya jinê ye. Tevgera me li ser vê bingehê têkoşîna xwe dewam dike. Hevala Zîlan bi ti awayî koletî qebûl nekir, ew îlhama me ya jiyanê ye.
Roj Azad jî got, “Hevala Zîlan ti carî koletî qebûl nekir, ew bû îlhama jiyanê. Gerîla Roj jî helbesta ji bo Zîlan xwend.