Li Sydneyê protesto: Faşîzm bi hevgirtinê tê hilweşandin

Li Sydnyê qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê hate protestokirin.

Li bajarê Sydneyê yê Evûstralyayê operasyonên qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê hate protestokirin. Kurdistanî û dostên wan li Qada Town Hallê hatin ba hev.

Li ser navê tifaqa sosyalîst Jîm Mcîlroy qirkirina siyasî şermezar kir û peyama hevgirtina bi HDP’ê da. Mcîlroy got ku, “Bi hevgirtinê em dikarin faşîzmê hilweşînin. Em bi HDP’ê re ne.”

Peter Boyle jî li ser navê Koma Hevgirtina bi Rojava re bang li dewleta Evûstralyayê û Yekîtiya Ewropayê kir û xwest bila vê bêhiqûqtiyê bi dawî bikin.