Êrîşên qirkirina siyasî li Swîsreyê hatin protestokirin

Êrîşên qirkina siyasî yên ku AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê lidarxistî, li gelek bajarên Swîsreyê hate protestokirin.

Bi çalakiyan li bajarên Cenevre, Basel, Lûzern û Rapperswîl ên Swîsreyê, xwedî li pêngava, “Bes e ji tecrîd, faşîzm û dagirkeriyê re; Dem dema azadiyê ye” derketin û êrîşên qirkirina siyasî yên faşîzma AKP-MHP’ê yên li dijî HDP’ê hatin protestokirin.

CENEVRE

Kurdistaniyên ku li ber navenda postaya Cenevreya Swîsreyê hatin gel hev, bi çalakiyekê operasyonên qirkirina siyasî yên desthilata faşîst a AKP-MHP’ê li dijî HDP’ê protesto kirin.

Di çalakiya ku pankarta bi nivîsa, “Bi yekitî û berxwedanê em ê mêtîngeriyê û faşîzmê têk bibin” hatî vekirin de, bi Kurdî û Tirkî axaftin hatin kirin.

Di çalakiyê de li ser navê Navenda Civaka Kurd Salih Saglam axivî û got, “Êrîşên bi hişmendiya DAÎŞ’ê ku doh li Kobanê di serî de li dijî Kurdan û gelan hatîn pêkanîn, îro jî faşîzma AKP-MHP’ê bi operasyonê qirkirina siyasî didomîne.”

Çalakî bi xwendina belavokên Fransî û berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.

BASEL

Li Basela Swîsreyê jî ji aliyê Yekîtiya Hêzên Demokratîk ve bi meşekê êrîşên qirkirina siyasî yên li dijî HDP’ê hatin protestokirin.

Kurdistanî û demokratên derdor ên ku li Barfusserplatzê hatin gel hev dest bi meşê kirin. Di meşê de li ser hev dirûşmeyên li dijî faşîzma AKP-MHP’ê berz kirin û di axaftinên hatin kirin de bal kişandin ser girîngiya têkoşîna yekîtiya bi rihê berxwedana Kobanê.

Meş li Claraplatzê veguherî mitîngê. Li vir bi axaftinên saziyan û berzkirina dirûşmeyan mitîng bi dawî bû.

LÛZERN

Kurdistanî û dostên wan ên li Lûzernê jî bi banga lezgîn li Bahnofplatzê hatin gel hev, hem qirkirina siyasî ya li dijî HDP’ê protesto kirin û hem jî piştgirî dan pêngava ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan hatî destpêkirin.

Di çalakiya bi Elmanî belavok hatî xwendin de, li ser navê saziyan axaftin hatin kirin. Çalakî piştî axaftinan bi dirûşmeyan bi dawî bû.

RAPERSWÎL

Li Raperwîlê jî ji aliyê Komîna Gel a Şehîd Çiyager ve li navenda bajêr, di çarçoveya kampanyaya “Niha dema azadiyê ye” de stant vekirin û belavok belav kirin.