ÇAND Û HUNER
Hemû Nûçe
-
Ji Hunergeha Welat klîba 'Hey Zapê'
Hunergeha Welat ku li Rojavayê Kurdistanê xebatên girîng ên hunerî dike, klîba 'Hey Zapê' amade kir û li ser malperên xwe yên medyaya dijîtal belav kir. -
'Bi saya Rêber Apo zimanê Kurdî dîsa nûjen bû'
Bi boneya Cejna Zimanê Kurdî mamosteyên Kobanê diyar kirin ku di dîrokê de li ser zimanê Kurdî polîtîkaya tunekirinê dihat meşandin lê bi saya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan zimanê Kurdî bû rastiyeke ku li zanîngeh û dibistanan tê xwendin. -
Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê destpê kir
Mîhrîcana Çanda Kurd a Parîsê ku dê heta 28’ê Gulanê bidome bi stran, cil û bergên neteweyî û axaftinan destpê kir. -
KNK: Divê Kurdî di hemû qadên jiyanê de bê bikaranîn û parastin
Komîsyona Ziman, Çand û Perwerde ya KNK’ê bi daxuyaniyekê roja Zimanê Kurdî pîroz kir. KNK’ê ev bang kir; “pêwîste dest bi dest, nifş bi nifşî ziman û bi wê ve girêday çand û Perwerdeya bi zimanê Kurdî pêşde bibin û xwedî lê derkevin.” -
Li Parîsê Festîvala Çanda Kurd destpê dike
Festîvala Çanda Kurd a Parîsê wê di navbera 14-28'ê Gulanê de pêk were. -
Hunermendan li dijî dagirkeriyê bang kirin
Hunermendên ji çar aliyên Kurdistanê gotin, li dijî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk divê ew bi gerîla re bin û bang li her kesî kirin ku bi vê erk û berpirsyariya xwe rabin. -
Komîteya Kevana Zêrîn Hozan Mizgîn bi bîr anî
Komîteya Çand û Hunerê ya Kevana Zêrîn di şexsê Hozan Mizgîn de şehîdên Gulanê bi bîr anî. -
Pirtûka 'Serkeftin' digihêje ber destê xwendevanan
Pirtûka 'Serkeftin' ku ji rojnivîska Têkoşîn Tolhildan hatiye amadekirin, hate çapkirin. -
Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê destpê dike
Festîvala Fîlmên Kurd a Amsterdamê 13'ê Gulanê destpê dike. Di festîvalê de wê 25 fîlm bêne nîşandan û gelek çalakiyên çandî jî bêne lidarxistin. -
Dagirkerî jî nekarî li pêşiya şanoyê bibe asteng
Endamên koma şano ku dema Serêkaniyê hate dagirkirin ji hev belav bûn, sala 2021'an bi avabûna Koma Şano ya Şehîd Darsî ji nû ve gihîştin hev û hunera xwe dewam kirin. -
Li Hîlala Zêrîn kursên wênesaziyê
Tevgera Çandê ya Hîlala Zêrîn ku girîngiyê dide perwerdeya zarokan, bi kurs wêneyan hem tevkariya li pêşketina zarokan dike, hem jî hewl dide zarokan tevlî hunerê bike. -
Hunermendên Rojavayî: Em ê li gel gerîla bi ser bikevin
Hunermendên Rojavayî berxwedana gerîla ya li dijî êrişên dagirkeriyê silav kirin û gotin, "Em ê bi berhemên xwe bi gerîla re bin. Pêwîstî pê hebe em ê rahêjin çekê jî û bi wî rengî li gel wan bin." -
Eleqeyeke mezin nîşanî ‘Şengal-Hêza Jinê’ dan
Lîstika bi navê ‘Şengal-Hêza Jinê’ ya Koma Şanoyê ya Volskbuhne Baselê li Zurîhê rastî eleqeyeke mezin hat. -
Hûmîtra berhema karê ji 9 salan e
Xecê Şen ragihand ku piştî amadekariya 9 salan wê 'Hûmîtra' nivîsand û got, "Ev yek felsefeya destpêkê ya Kurdan e." -
Penaberê Kurd ku bi firçeya diranan wêne çêkir, bû fînalîst
Mûstafa Azîmîtabar ê ji Rojhilatê Kurdistanê ku li kampeke penaberan a li Awûstralyayê 8 salan hate hiştin, bi otoportreya xwe ya ku bi firçeya diranan çêkir, di pêşbirka xelatan a herî navdar a vî welatî de bû fînalîst. -
Fîlmê Hêza xelata xwe ya sêyemîn li Los Angelesê wergirt
Dokûmantera Hêza ku Derya Denîz derhênerî jê re kir, di Festîvala Xelatên Fîlmên Jin ên Serbixwe ya Los Angelesê de xelata dokûmantera herî baş wergirt. -
Wênesazê Kurd wêneyê jina berxwedêr a Şengalî xêz kir
Wênesazê Kurd Ribwar Parwîzî, wêneyê dayika şengalî ku li hemberî êrîşên artêşa Iraqê yên li ser Şengalê bi kevirê destê xwe maşîneyeke zirxî dabû rawestandin xêz kir. -
Stêrka Rojê bi muzîkê mezin dibe
Stêrka Rojê komeke muzîkê ya ji 9 zarokan e, ku li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo kar dike. -
Awaza Çiya klîba bi navê ‘Em rê nadin’ belav kir
Koma Awaza Çiya ya muzîka klîba bi navê ‘Em rê nadin’ belav kir. Ev klîb li ser berxwedana gerîlayên azadiya Kurdistanê ye ku li hemberî êrişên dagirker ên dewleta Tirk têdikoşin. -
Awazê Çiya klîba ‘Şengal’ çêkir
Koma muzîkê ya Awazê Çiya li ser êrîşên qirkirinê yên li ser Şengalê û berxwedana li dijî van êrîşan klîbeke nû çêkir. -
Şanoger Sîrwan Kanat: Şano ji bo min zimanek bû
Sîrwan Kanat ku ji zarokatiyê ve dilê wî li ser şano bû û herî dawî bi hêz û hewldanên xwe li nava şanoyê rastiya xwe û civakê dît, hewl dide bi derfetên xwe şanoya Kurdî pêş bixe. -
Firat Can: Min bi nivîsên xwe dîwarên zindanê hilweşand
Firat Can diyar kir ji bo tiştên di kûrahiya dîroka mirovên di nav têkoşîna Kurdan de winda nebe wî di girtîgehê de dest bi nivîsê kiriye û got “Min bi nivîsên xwe dîwarên zindanê hilweşand.” -
Xelata baştirîn belgefîlmê dan belgefîlma 'Hêza'
Belgefîlma Hêza ku behsa serpêhatiyên jineke Êzidî ya ku piştî êrîşa çeteyên DAÎŞ’ê ya li ser Şengalê dîl tê girtin û piştre ji destên wan rizgar dibe û weke şervanekî li dijî DAÎŞ’ê şer kir dike, di Festîvalê de xelata belgefîlma herî baş wergirt. -
Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê konferansa xwe ya 7’emîn li dar xist
Tevgera Çand û Hunera Kurd a Ewropayê konferansa xwe ya 7'emîn bi dirûşma "Li dijî qirkirin û dagirkeriyê em berxwedana çandî mezin bikin" pêk anî. -
Tûrneya Ewropayê ya Don Kîxot ji Berlînê destpê kir
Tûrneya Ewropayê ya Don Kîxot ji Berlînê destpê kir. Ji lîstikvanan Berfîn Emektar diyar kir ku şovalyeyên Kurd ên vê serdemê, jinên Kurd e.