Di bombebarana Îsraîlê de 79 kes mirin
SOHR’ê ragihand ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê li dijî bajarê Tedmurê yê Sûriyeyê de 79 kes hatin kuştin.
SOHR’ê ragihand ku di encama êrîşa hewayî ya Îsraîlê li dijî bajarê Tedmurê yê Sûriyeyê de 79 kes hatin kuştin.
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) da zanîn ku di êrîşên Îsraîlê yên li dijî 3 nuqteyên li bajarê Tedmurê yê rojhilatê Humsê de, heta niha79 kes hatine kuştin û 34 birîndar bûne.
Êrîş li dijî nuqte û navendên komên Îranê, tevgera "Nuceba" ya Iraqê û fermandarên Hizbullaha Lubnanê bûn. Her wiha embargeheke çekan li nêzî herêma pîşesaziyê ku tê de malbatên endamên komên Îranê dimînin, hat hedefgirtin.