'Qeyûm dest datînin ser mafên jinan'
Ji platforma 'Jin bi hev re xurt in' Kubra Derîn anî ziman ku qeyûm sîstema hevserokatiyê krîmînalîze dikin, mafên jinan desteser dikin û şaredariyan dikin cihê rantê.
Ji platforma 'Jin bi hev re xurt in' Kubra Derîn anî ziman ku qeyûm sîstema hevserokatiyê krîmînalîze dikin, mafên jinan desteser dikin û şaredariyan dikin cihê rantê.
Piştî darbeya qeyûm a li ser şaredariyên Colemêrg, Esenyûrt, Mêrdîn, Êlih û Xelfetiyê hate kirin, destpêkê xizmetên ji bo jinan ji holê hatin rakirin. Ji platforma 'Jin bi hev re xurt in' (KBG) Kubra Derîn têkildarî mijarê ji ANF'ê re axivî.
'QEYÛM QADA JIYANÊ LI JINAN TENG DIKIN'
Kubra Derîn anî ziman ku qeyûm qada jiyanê li jinan teng dikin, hewl didin hebûna jinê jê bibin û got, "Qeyûm bi krîmînalîzekirina sîstema hevserokatiyê mafên jinan desteser dikin. Şaredariyan ji cihê jin û gel dûr dixînin û kirin cihê ranta hêzên xurt û vediguherînin amûreke serweriyê. Kreş, navendên piştevaniya jinê, bazarên jinan û cihên kombûna jinan ji holê têne rakirin.
Qeyûm zimanê dayikê yê jinan tine dihesibînin; saziyên ku ji bo têkoşîna li dijî tundiya li jinê hatine avakirin bêkêr dikin an jî digirin. Li şaredariyan qadên ku jin lê dixebitin rêveberên mêr têne tayînkirin û bi vî rengî hebûna jinê ji holê tê tinekirin."
'DESTHILATDARÎ DIXWAZE DERBÊ LI HEVSEROKATIYÊ BIXE KU DESTKETIYA HERÎ MEZIN A JINAN E'
Kubra Derîn destnîşan kir ku desthilatdarî bi rêya qeyûman dixwaze derbê li sîstema hevserokatiyê bixe ku destketiya herî mezin a jinê ye û got, "Desthilatdariay AKP-MHP'ê bi vî rengî dixwaze kiryarên xwe yên faşîzan xurt bike. Bi derba ku li sîstema hevserokatiyê bixe, dixwaze mafê gotinê yê jinê jê bistîne, jinê ji qada siyasî û cemaweriyê dûr bixîne û di nava malbatê de asê bike."
'DIVÊ EM BIBIN DENG Û HÊZA HEV'
Kubra Derîn destnîşan kir ku li dijî qeyûm divê têkoşîneke hevpar bê meşandin û got, weke jinên Tirkiyeyî bi jinên Kurd re wê bibin dengê hev. Kubra Derîn got, "Hevşaredar Gulistan Sonuk li Êlihê di hilbijartinên xwecihî de ji hevrikê xwe yê ji HUDA-PAR'ê ji sedî 50 zêdetir deng wergirtibû û bi ser ketibû. Qeyûm êrîşa li dijî îradeya gel û jinê ye. Em siyaset û kiryarên ku me ji qada siyasetê û cemaweriyê dûr dixînin qebûl nakin. Qeyûm qadên me yên jiyanê teng dike; li Êlihê jî jiyana jinan a li derveyî malê teng dike. Ji bo daxwaz û zimanê jinê têk bibe gaveke bi zanebûn hatiye avêtin.
Em vî mejiyê ku mafên me tine dihesibîne baş nas dikin. Ji bo rabûna li ber qeyûman em li qadan bûn, em ê li qadan bin. Ev êrîş ne tenê li hemberî Êlih, Mêrdîn, Xelfetî, Esenyûrtê ne; li dijî hemû jinan û LGBTİ+ têne kirin. Li dijî van êrîşan divê em têkoşîneke hevpar bimeşînin; em ê bibin dengê hev û bibin hêza hev."