Li Barcelonayê konsera ji bo azadiya Abdullah Ocalan hat lidarxistin

Li Barcelonayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan konser hat lidarxistin.

Li paytexta Katalonya Barcelonayê ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û girtiyên siyasî konserek bi navê "Ji bo Kurdistanê dema hêviyê” hat lidarxistin.

Konser bi piştgiriya dostên Kurdan, Platforma Azadî, Cîemen û komên din ên piştevaniyê, rêxistinên civakî yên sivîl û partiyên siyasî pêk hat.

Konsera ku bi dirûşmeyên “Ji bo mafê çarenûsiya gelê Kurd û azadiya Abdullah Ocalan û hemû girtiyên siyasî! Dona, Vida, Libertat! (Jin, Jiyan, Azadi!)” hat lidarxistin, bi piştgiriya partiyên çepgir, sosyalîst û yên serxwebûnxwaz ên parlamento û hikûmeta Katalonyayê pêk hat.

Tevî hunermend Diyar Dêrsim hunermendên Katalan Clara Peya, Ebri Knight, Las Bajas Pasiones, Lil Rusia, Adala û Mabel Flores derketin ser dikê.

Ji Rêxistina Parastina Zimanên Bindest David Minoves, ji Partiya Jinûve avakirina Komunîst ê Îtalyayê Ramon Montavani, Parlamenterê Partiya Çepgir a NavKomarî ya Katalan Ruben Wansberg, Parlamentera Partiya Gel a Yekbûyî Eulalia Reguan û Serokê berê yê Rêveberiya Xweser ê Katalonya yê li sirgûnê Charles Puigdemond di konsere de amade bûn.

Li ser navê Komîteya Amadekar Faruk Doru û Komîteya Jineolojiyê ya Katalonyayê axaftin hatin kirin.