Konserek li Amedê hat lidarxistin

Li Amedê ji aliyê hunermend Kasim Taşdogan ve, konserek hat lidarxistin.

Hunermend Kasim Taşdogan, li Sûra Amedê li avahiya Navenda Çand û Hunerê ya Dîcleyê konserek li dar xist. Gelek welatî beşdarî konserê bûn û bi stranên Taşdogan şevekê bi coş derbas kirin.

Ji ber eleqeyeke zêde li cihê konser cihê rûniştinê nema. Di konserê de beşdaran jî bi Taşdogan re stran gotin.

Taşdogan bi bîranînên xwe û henekên xwe beşdar kenandin. Di dema konserê de gelek beşdar govend jî gerandin.