ROJANE
Hemû Nûçe
-
Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Li Îmraliyê sûcê dijî mirovahiyê tê kirin
Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li ber Girtîgeha Kiriklarê hat lidarxistin de tecrîda li Îmraliyê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye. -
KNK: Divê gelê me dengê xwe bide namzetên welatparêz ên li dijî dagirkeran
KNK'ê diyar kir ku hilbijartinên Başûrê Kurdistanê di pêvajoyeke gelekî krîtîk de pêk tê û bang kir ku hilbijartin bi rengekî zelal bê meşandin. Her wiha ji gel jî xwest ku dengê xwe bi kar bîne û namzetên welatparêz ên li dijî dagirkeriyê hilbijêrin. -
ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Tulay Hatîmogullari: Ya bingehîn têkoşîna civakî ye
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di hevdîtina “Nan û Edalet” ya li Stenbolê de axivî û diyar kir ku heta rakirina pergala bêedalet wê têkoşîna wan bidome. -
Di êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê de 2 kes hatin binçavkirin
Hate ragihandin ku di lêpirsîna êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê de 2 kes hatin binçavkirin û lêgerîna kesekî jî didome. -
Tulay Hatîmogûllari wê li Ewropayê dest bi danûstandinên dîplomatîk bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wê li Ewropayê dest bi danûstandinên dîplomatîk bike. -
Bakirhan bang kir: Em ji vê desthilatdariya dijminê ekolojiyê rizgar bibin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan li konferanseke ekolojiyê ya li Balikesîrê axivî û got, "Em ji vê desthilatdariyê rizgar bibin ku me, Tirkiyeyê ber bi hilweşînê ve dehf dide." -
KCDK-E: Li dijî polîtîkayên qirkirinê tevlî çalakiyan bibin!
KCDK-E û TJK-E'yê ragihandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê di navbera 1'ê Cotmehê-16'ê Mijdarê de çalakiyan lidar bixin û ji bo meşa mezin a 16'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin. -
ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2024'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li wargeha Mexmûrê ji bo şehîdan konê sersaxiyê hat danîn
Li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo gerîlayên HPG’ê şehîd Berxwedan Goyî, Rêzan Civyan û Hogir Botan konê sersaxiyê hat danîn. -
'Jiyana girtiyên nexweş di bin xeteriyê de ye’
Li Stenbol û Enqereyê çalakiyên ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ku her hefte tên kirin berdewam dikin. Di çalakiyan de ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga “Berdana lezgîn” hat kirin. -
‘Heta ku edalet neyê Roboskî dê edalet neyê Tirkiyeyê jî’
Hevserokê ÎHD’a Enqereyê Omer Farûk Yazmaci di daxuyaniya ji bo meha 153’yemîn a Komkujiya Roboskî de axivî û got, Heta ku edalet neyê Roboskî dê edalet neyê Tirkiyeyê jî. -
Salîha Aydenîz: 10 qatê zexta li derve li girtîgehan dijîn
Parlamentera DEM Partî Salîha Aydenîz a ku bi girtiyên li Girtîgeha Tîpa S a Bodrûmê re hevdîtin kir, bal kişand ser rewşa girtiyan û got, “10 qatê zexta li derve li girtîgehan dijîn.” -
Xizmên Windayan li çar navendan li aqûbeta windayan pirsîn
Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. -
Dayikên Şemiyê ji bo Baskin ê ku di bin çavan de hatibû qetilkirin kombûn
Dayikên Şemiyê ji bo Abdûlmecît Baskin ê ku 1993’yan ji aliyê dewleta Tirk ve hat binçavkirin û piştre cenazeye wî hat dîtin kombûn. -
Meşa karkerên Madena Fernasê didome, hunermend û nivîskar piştgirî dan
Meşa karkerên Madenvaniya Fernasê ku ji Somayê ber bi Enqereyê ve dabûn destpêkirin, didome. 170 nivîskar, hunermend, wêjevan piştgirî dan karkerên madenê. -
Li dijî avahiya DEM Partî ya Sûltangaziyê êrîşa çekdarî
Li dijî avahiya Rêxistina DEM Partî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê êrîşa çekdarî pêk hat. -
Îsraîl: Me lîderê Hizbulahê Nasrallah kuştiye
Îsraîlê ragihand ku Lîderê Hizbulahê Hasan Nasrallah kuştiye. -
Îranê cezayê girtîgehê li ferdên malbata Pexşan Ezîzî birî
Dadgeha Tehranê li sê ferdên malbata Pexşan Ezîzî bi îdiaya “alîkarî û teşwîqkirinê” salek cezayê girtîgehê birî. -
Perdeya li pişt qetilkirina Narîna 8 salî
Bersûcê sereke yê qetilkirinê, Salîm Guran ku apê Narînê ye û keyayê gund e, yek ji selefxurên naskirî yê Amedê ye û têkiliyên wî yên nêz bi HUDA-PAR û Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglu re hene. -
Ok: Her ku pirsgirêka Kurd dixetime, medyaya Kurd dibe hedef
Hevdîrektorê MLSA Veysel Ok diyar kir ku di encama xitimandina pirsgirêka Kurd de, herî zêde medyaya Kurd tê qedexekirin û got: “Her ku hewl tê dayîn pirsgirêka Kurd bi tundiyê bitepisînin, hedefa ewil dibe medyaya Kurd.” -
ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2024’AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Halîde Turkoglu: Tecrîda Îmraliyê wê bi pêşengiya jinan bê şikandin
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglu anî ziman ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wê bi pêşengiya jinan bê şikandin. -
Malbatan ji bo çûna Îmraliyê careke din serlêdan kirin
Malbat û wasîyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan. -
Milîsên HBDH’ê kargeha mobîlya ya AKP’ê da ber agir
Milîsên Şiyar Efrîn ên HBDH’ê, ragihand ku wan li Stenbolê kargeha mobîlya ya kesekî AKP’yî dane ber agir.