ROJEVA 30'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Çanda Kurd bi tevahî hêmanên xwe yên maddî û manewî ji sedî sed hatiye înkarkirin û qedexekirin, bi pêkanînên asîmîlasyonê yên bê sînor, xwestine qirkirina çandî temam bikin. Ji nirxandinên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye berhevkirin.

Ji pêşengên Malbata Gulo ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê de berdêlên giran da Îsa Gulo sala 1992'an di êrîşa dewleta Tirk û PDK'ê de şehîd bû.

Dêrazor ku ji DAÎŞ'ê heta bi çeteyên dewleta Tirk, ji rejîma Baasê heta bi çeteyên Îranê di hedefa gelek koman de ye, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve tê ewlekirin.

Her şehadeteke li çiyayên Kurdistanê windahiyek nîne. Yên ku zanin, yên çûne û li pey xwe hiştine destketiya herî mezin e, Agir Erdexan timî bi vî rengî bi bîr anîn.