Malbatan ji bo çûna Îmraliyê careke din serlêdan kirin

Malbat û wasîyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, bi daxwaza hevdîtinê careke din serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan û wasiyê wî Mazlûm Dînç bi daxwaza hevdîtina bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Emîne Konar a xwişka Omer Hayrî Konar, Polat Yildirim ê birayê Hamîlî Yildirim û Melîhe Çetîn a xwişka Veysî Aktaş jî bi daxwaza hevdîtinê serî li dozgeriyê û Midûriyeta Girtîgeha Îmraliyê dan.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve ye bi tu awayî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan agahî nayê wergirtin.