Tulay Hatîmogûllari wê li Ewropayê dest bi danûstandinên dîplomatîk bike
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wê li Ewropayê dest bi danûstandinên dîplomatîk bike.
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wê li Ewropayê dest bi danûstandinên dîplomatîk bike.
Li gorî daxuyaniya Buroya Çapemeniyê ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari wê li gel heyetekê ji bo şopandina rûniştinên Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê û pêkanîna hevdîtinan biçe Strasbourgê.
Tulay Hatîmogûllari wê 30'ê Îlonê li civîna Koma Çep a Meclîsa Parlamenteran a Konseya Ewropayê biaxive.
Heyeta DEM Partiyê wê piştre bi rayedarên Konseya Ewropayê û siyasetmedaran re hevdîtinan bike.