Meşa karkerên Madena Fernasê didome, hunermend û nivîskar piştgirî dan

Meşa karkerên Madenvaniya Fernasê ku ji Somayê ber bi Enqereyê ve dabûn destpêkirin, didome. 170 nivîskar, hunermend, wêjevan piştgirî dan karkerên madenê.

MEŞA KARKERÊN MADENA FERNASÊ

Meşa karkerên ku dema li Şîrketa bi navê Fernas Madencîlîk a aydê parlamenterê AKP’ê Ferhat Nasiroglû ye û li navçeya Soma ya Manîsayê ye dixebitîn, ji ber bûn endamê Sendîkaya Karkerên Madenê yên Serbixwe (Bagimsiz Maden Îş) ji kar hatin avêtin, ya ber bi Enqereyê di roja 4’an de berdewam dike. Karkerên ku şevê din li navçeya Salîhlî ya Manîsayê man, pankarta "Eger patron destûra bingehîn a wekîl binpê dike, kî dikare derewa welatîbûna wekhev bifiroşe me?" hildan. Karkeran destnîşan kirin ku ew bi biryar in ku heta daxwazên wan pêk neyên dest ji meşê bernedin. Karker bi dirûşmeyên "Karkerên Fernasê tên Enqereyê" û "Karkerên Polonez ne bi tenê ne" ji bo piştgiriya karkerên Polonez ku ew jî di çalakiyê de ne meşa xwe didomînin.

JI NIVÎSKAR Û HUNERMEND PIŞTGIRÎ

Di heman demê de 170 nivîskar, wêjevan û hunermend ji bo piştgiriya karkeran daxuyanî dan.

Daxuyanî wiha ye:

"Karkerên Madenê yên Fernasê ji Somayê ber bi Enqereyê ve dimeşin. Ji bo jiyana xwe, li dijî şert û mercên koletî û mirinê, li dijî derxistina ji kar, ji bo trajediyên Somayê yên nû rû nedin dimeşin. Karkerên Fernasê: Dixwazin tedbîrên tenduristî û ewlekariya kar bên girtin, mûçeyên kêm bên baş kirin û mafên sendîkayan bên ewlekirin. Daxwaz pir hêsan û zelal in, lê ewqasî jîyanî ne. Weke welatî û nivîskarên vî welatî, bûyerên ku tê xwestin li dijî karkeran bê rewakirin, em dişopînin. Em li cem karkerên Fernasê disekinin. Em bang li desthilatdariyê dikin dev ji astengkirina karkeran a bikaranîna mafên xwe berdin û em bang li xwediyên Madenvaniya Fernas dikin ku ji bo muzakere û çareseriyê bi berpirsyarî rabin.”