Milîsên HBDH’ê kargeha mobîlya ya AKP’ê da ber agir

Milîsên Şiyar Efrîn ên HBDH’ê, ragihand ku wan li Stenbolê kargeha mobîlya ya kesekî AKP’yî dane ber agir.

Milîsên Şiyar Efrîn ên HBDH'ê, diyar kir ku di 19'ê Îlonê de li kolana Kerem a taxa Dudullu ya navçeya Umraniye ya Stenbolê saet derdora 03.00'an de kargehek mobîlya ku aîdî rêveberê AKP'ê yê navçeyê ye dane ber agir. 

Milîsên Şiyar Efrîn (Lokman Îsmaîl), ragihand ku di encama çalakiyê de kargeh bi temamî şewitiye û hat gotin ku ev çalakî diyarî ‘hevrê Hebûn û Botan ên ku li Amedê di 15’ê Îlonê de şehîd bûne dikin.’ Milîsên HBDH’ê, diyar kirin ku çalakiya wan li dijî operasyonên leşkerî weke bersiv hatiye pêkanîn û hat gotin ku, heta êrîşên dagirkerî li Kurdistanê bi dawî nebin û tecrîda li zindanan neyê rakirin çalakiya wan dê li metropolên Tirkiyeyê dewam bikin.