Îsraîl: Me lîderê Hizbulahê Nasrallah kuştiye

Îsraîlê ragihand ku Lîderê Hizbulahê Hasan Nasrallah kuştiye.

Îsraîlê ragihand li paytexta Libnanê Beyrûdê di êrîşên pêk aniye de lîderê Hizbulahê Hasan Nasrallah kuştiye.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Nedav Soshanî li ser X’ê daxuyanî da û got: “Hasan Nasrallah mir.”

Di daxuyaniya artêşê de jî wiha hat gotin: “Hasan Nasrallah dê êdî nikaribe dinyayê terorîze bike.”

Heta bi niha ji Hizbulahê der barê aqûbeta Nasrallah de ti daxuyanî nehatiye dayîn. Lê li gorî hin dezgehên ragihandinê ya Îranê, Nasrallah sax e.