ROJEVA 29'Ê ÎLONA 2024'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

Dayikên Nobeda Edaletê bi daxwaza bidawîkirina tecrîdê çalakiya xwe ya 'Deng bidin azadiyê' dewam dikin. Ji dayikên girtiyan Afîfe Kartal ji bo mîtînga 13'ê Cotmehê ya li Amedê banga tevlîbûnê kir û got, 'Divê em dengê xwe yê li dijî tecrîdê bilind bikin."

KCDK-E û TJK-E'yê ragihandin ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd wê di navbera 1'ê Cotmehê-16'ê Mijdarê de çalakiyan lidar bixin û ji bo meşa mezin a 16'ê Mijdarê ya li Kolnê banga tevlîbûnê kirin.

Silêman Ehmed ku kurê wî sala 1992'an li gel komek ji hevrêyên xwe di kemîna PDK'ê de şehîd bû, diyar kir ku ti cudahiya PDK'ê û dewleta Tirk ji hev nîne û got, "PKK û gelê Kurd ê bi PKK'ê re dimeşe li ser rêya rast e; mirovên rast in."

Kawa ala ku di meşa şoreşê de hilda, hîn bilind kir. Bi ruhê Mazlûman li ber xwe da û wateyên hîn mezin tevlî meşa ji bo jiyana azad kir.

Komeleya Çand, Huner û Wêjeyê ya Jinê (KASED) wê li navçeya Sûr a Amedê di navbera 29'ê Îlonê û 5'ê Cotmehê de 'Festîvala Sûrfest a Jinê' lidar bixe.