NÛ BÛ

Çalakiya ‘Deng bide azadiyê’: Li Îmraliyê sûcê dijî mirovahiyê tê kirin

Di çalakiya “Deng bide azadiyê” ya li ber Girtîgeha Kiriklarê hat lidarxistin de tecrîda li Îmraliyê hat şermezarkirin û hat destnîşankirin ku tecrîd sûcê li dijî mirovahiyê ye.

DENG BIDE AZADIYÊ

Xizmên girtiyan û Komeleya Alîkarî û Piştevaniya bi Xizmên Girtî û Hikûmxwaran re ya Egeyê (EGE-TUHAYDER) li pêşiya Girtîgeha bi Ewlekariya Bilind a Kiriklar a Buca ya Îzmîrê çalakiya “Deng bide azadiyê” li dar xistin. Beşdaran pêşmalkên “Ji tecrîdê re na” li xwe kirin û pankarta “Ji bo edaletê em tecrîdê bişikînin, ji bo aştiya civakî deng bide azadiyê” hilgirtin. 


Di çalakiyê de gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana zindanan” û “Na ji tecrîdê re, ji girtiyan re azadî” hatin berzkirin. Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), Dayikên Aştiyê, rêxistinên bajar û navçeyan ên DEM Partiyê, DBP’ê, ANYAKAYDER,  DAD û gelek xizmên girtiyan tev li bûn. 
Hevseroka DEM Partiyê ya Îzmîrê Vezan Karabulut di çalakiyê de axivî û got ku sepanên tecrîdê yên li Îmraliyê belavî hemû girtîgehan bûne û ev ne rewşekî rashatî ye. Karabulut, wiha domand: “Girtîgehên bi tîpên Y, S û Girtîgehên bi Ewlekariya Bilind li ser psîkolojî û bedena mirovan rê li ber texrîbatên mezin vedikin. Girtî û hikûmxwaran ji derve îzole dikin û bi vê yekê re jî dixwazin wan bi tenê bihêlin, îradeya wan tune bikin û bi awayekî bêdeng wan ji hêla ruhî û fîzîkî ve tune bikin. Di serî de Îmrali, divê di demekî herî nêz de ev sepanên derhiqûqî li tevahiya girtîgehan bên rakirin û di vê mijarê de îktîdarê hişyar dikin. Tecrîd, sûcê li dijî mirovahiyê ye. Bila tecrîda li tevahiya girtîgehan bê rakirin. Ji girtiyên siyasî re azadî.” 

Çalakî, bi berzkirina dirûşmeyan bi dawî bû. 

MÊRDÎN 

Li Mêrdînê xizmên girtiyan û Dayikên Aştiyê daxuyanî dan. Di daxuyaniya ku gelek kes lê amade bûn de li ser navê xizmên girtiyan Fettah Tekîn axivî. 

Tekîn banga rakirina tecrîdê kir û diyar kir ku desthilat li hemberî daxwazên wan ên ji bo rakirina tecrîdê di bêdengiyê de israr dike û got, “Em ê vê bangê her tim dubare bikin , dawî li vê tecrîdê bînin. Heta ku hûn tecrîdê bi dawî nekin, di warê mafên mirovan, aborî û siyasetê de tiştek wê baş nebe."

Tekîn bal kişand ser paşxistina berdana Veysî Aktaş ê ku bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re li Girtîgeha Îmraliyê girtî ye û wiha berdewam kir: “Heta ku hûn di şer de israr bikin, wê tiştek neçe serî. Em ji vir bang dikin, zarok û hevalên me serbest berdin. Çima hûn înfaza wan dişewitînin? Hûn ji bo çi danûstendinê dikin? Veysî Aktaş şahidiya çi kir? Demildest dawî li vê tecrîdê bînin, bila birêz Abdullah Ocalan di zûtirîn demê de azad bibe. Mafê hêviyê nas bikin. Weke gelê Kurd em vê yekê qebûl nakin. Heta ku ev tecrîd bidome em ê li vir bin. Em ê dawî li vê tecrîdê bînin.”

Dayika girtî Delîl Tekîn Gurbet Tekîn jî bertek nîşanî berdewamkirina tecrîda li ser Abdullah Ocalan da û bal kişand ser rewşa kurê xwe. 

Piştî daxuyaniyan çalakiya rûniştinê pêk hat.