Li wargeha Mexmûrê ji bo şehîdan konê sersaxiyê hat danîn

Li wargeha penaberan a Mexmûrê ji bo gerîlayên HPG’ê şehîd Berxwedan Goyî, Rêzan Civyan û Hogir Botan konê sersaxiyê hat danîn.

Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî ya Mexmûrê ji bo gerîlayên HPG’ê Şehîd Berxwedan Goyî (Rizgar Kara), Şehîd Rizgar Civyan (Bedran Erîn) û Şehîd Hogir Botan (Şerîf Adlim) ku di 19’ê Tîrmeha 2024’an de li herêma Kotolê di kemîna hêzên Îranê de şehîd bûn, konê sersaxiyê hat danîn.

Gel, endamên sazî û meclîsên wargehê bi awayekî girseyî serdana konê sersaxiyê kirin. Li ber konê sersaxiyê deqeyek rêzgirtin ji bo tevahî şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê hat girtin. Piştî rêzgirtinê li ser navê gelê amade Hevserokê Meclîsa Gel a Mexmûrê Ehmed Nêrwehî axivî.

Ehmed Nêrwehî di destpêka axaftina xwe de ba lkişand li ser dagirkeriya li ser Kurdistanê û wiha got: “Dijmin ji bo bi destxistina dewlemendiya Kurdistanê bi hemû hêza xwe êrişî Kurdistanê dike. Rêbertî bi rêhevalên xwe re ji bo guhertina hişmendiya Rojhilata Navîn dest bi têkoşînê kir. Ev 40 sale ji destpêkirina şoreşê heya roja meya îro her roj, her hefte û her meh em zarokên xwe yên herî bi nirx şehîd didin. Bêguman bi eşq, viyan û heskirin ev têkoşîn tê kirin. Her kes nikare rastiya vê sedsalê bixwîne û li hemberî rastiya heyî li dijî dijminê xwe şer bike. Em îro jî sê lehengên xwe yên ku jiyana xwe di ber vê têkoşînê de dan bi bîr tînîn û em dibêjin em ê heta dawî şopdarê wan bin.”

Her wiha li ser navê malbata hersê şehîd birayê Şehîd Berxwedan Goyî, Zubeyîr Hilalî axivî û wiha pê de çû. “Têkoşîna tê meşdandin têkoşînek bi nirx e. Em minetarê gelê wargeha Şehîd Rustem Cûdî ne ku ji destpêka ragihandina şehadeta van hersê şehîdan heta niha li ser lingan in. Xema me parvekirin û li şehîdên xwe xwedî derketin. Ez di merasîma sersaxiya hersê hevalên şehîd de bang li tevahî xayîn û xwefiroşên di welatê me de dikim vegerin ser rêya rast. Serê Serokatî, rêhevalên wan û gelê me saxbe.”

Merasîm bi berzkirina dirûşemeyên “Şehîd Namirin” û “Bijî Serok Apo” bi dawî bû.