Li dijî avahiya DEM Partî ya Sûltangaziyê êrîşa çekdarî
Li dijî avahiya Rêxistina DEM Partî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê êrîşa çekdarî pêk hat.
Li dijî avahiya Rêxistina DEM Partî ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê êrîşa çekdarî pêk hat.
Li dijî avahiya Rêxistina Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ya navçeya Sûltangazî ya Stenbolê êrîşa çekdarî pêk hat. Camên avahiyê yên ku gule lêketin şikestine. Hevserokê navçeya Sûltangaziyê Farûk Kaya da zanîn ku li gorî agahiyên wan bi dest xistine êrîş di derdora seat 05:00’an de pêk hatiye.