Xizmên Windayan li çar navendan li aqûbeta windayan pirsîn

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên ÎHD’ê yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin.

'BILA WINDA BÊN DÎTIN Û FAÎL BÊN DARIZANDIN'

Xizmên Windayan û rêveberên şaxên Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) yên Amed, Êlih, Colemêrg û Îzmîrê çalakiya “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” berdewam kirin. 

AMED

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Amedê di hefteya 816’emîn de çalakiya bi daxwaza “Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin” li dar xist. Çalakî li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li Parka Koşûyolû pêk hat. Xizmên Windayan, nûnerên rêxistinên sivîl tevlî çalakiyê bûn û wêneyên windayan hildan û pankartek wêneyan jî li erdê hat raxistin.

Vê hefteyê li aqûbeta Îbrahîm Gundem ê li gundê Qenderhelê yê ser bi navçeya Hezroya Amedê ve hatibû windakirin, hat pirsîn.

Serokê ÎHD’a Amedê Ercan Yilmaz beriya daxuyaniyê axivî û diyar kir ku bi salane ji bo qinda bên dîtin û faîl bên girtin têdikoşin. Ercan anî ziman ku desthilatdarî û muxalefetê ji bilî darizandina çend faîlan guhê xwe ji daxwazan re girtin e û got: “Li herêma me ji salên 90’î ve pirsgirêka Kurd nayê çareserkirin, ev jî rê li ber binpêkirinên mafên mirovan ên giran rê vekir. Mixabin herî zêde jî zarokan para xwe ji van binpêkirinên mafan ên giran wergirtin. Zarok hatin qetilkirin û seqet man. Yek ji van zarokên hatiye qetilkirin jî Ceylan Onkol e.”

Yilmaz qetilkirina Ceylan Onkol a beriya 15 salan bi bîr xist û got: “Tevî ewqas sal hê jî faîl nehatine tesbîtkirin. Darizandinek bi bandor nehat kirin. Em dibêjin bi raboriya xwe re rû bi rû bimînin û edaletê dixwazin lê belê desthilatdariya siyasî ji bo em van cangoriyan ji bîr bikin polîtîkayan dixe dewrê û ser bûyeran digire.”

Piştre xwişka Îbrahîm Gundem ê winda, Ferîde Mafra axivî û wiha got: “Kekê min 33 sal in winda ye. Ev 15 sal in em li Koşûyolû li hestiyên xwe digerin û têdikoşin. Em dixwazin gorek me jî hebe. Ev 15 sal in em tên vir, lê kes nabêje hûn çi dixwazin? Bila hestiyên me derxin û bidin me da ku gorek me hebe û em serdana wê bikin. Em ê heta mirinê têbikoşin. Baran jî bibare, berf jî bibare em ê ji vir neçin. Heta ku em hestiyên xwe bibînin, em ê ji qadan neçin.”

Endama Komîsyona Windayan a ÎHD’a Amedê parêzer Berfîn Elçî serpêhatiya Îbrahîm Gundem ê di 25’ê îlona 1991’an de li gundê Qenderhala Hezroyê hat windakirin, xwend.

Serpêhatiya windakirina Gundem wiha ye: Çîroka Gundem ji hêla Endamê Komîsyona Xizmên Windakiriyan a Şaxa ÎHD’a Amedê Firat Akdenîz ve hate xwendin. Akdenîz, çîroka Gundem wiha vegot: “Îbrahîm Gundem zewicî bû 9 zarokên wî hebûn. Li gel malbata xwe li gund karê cotkariyê dikir. Di nîvşeveke 25’ê îlona saala 1991’an de serpêl Kenan Şahîn û tîmên leşkerî bi ser mala wan de girtin. Di serdegirtinê de lawê Ahmet Gundem, Îbrahîm Gundem hate binçavkirin. Leşkeran got ku dê di danê sibehê de bê berdan. Li ser vê yekê Ahmet Gundem çû qereqolê û aqûbeta kurê xwe pirsî. Lê belê jê re gotin; ‘nehatiye binçavkirin.’ Bav Gundem ji bo pirsîna kurê xwe serî li Serdozgeriya Hezroyê da. Dozger, bav Gundem dîsa dişîne qereqolê. Vê carê jî bav Gundem daxwazname da qereqolê. Piştre jî gelek daxwazname dan lê tu carî encamek bi dest nexist. Piştre serî li Walîtiya Amedê da. Walîtî li qereqolê digere û qereqol dibêje ku wan girtiye. Li ser vê yekê bav Gundem diçe Fermandariya Cendirmeyan a Amedê. Fermandarî jê re dibêje; ‘tu dewletê sûcdar dikî. Dewlet tiştekî wisa nake.’ Piştre jî gef lê tên xwarin.

Ahmet Gundem heta demekê ji bo kurê xwe serî li gelek deveran dide. Di vê navberê de zext li malbatê tê kirin. Di Lêbelê malbat dimînê bin ziht û zordahiyê de. Di 15’ê sibata sala 1993’yan de jî leşker û cerdevan mala Ahmet Gundem dişewitînin. Malbat ku ji 15 endaman pêk dihat neçar ma ku koçî Amedê bibe.

Dayika Gundem, Meryem Gundem ji bo aqûbeta kurê xwe bi salan li ber avahiyan ma. Lê mixabin mîna Dayika Berfor, Dayika Fatm û gelek dayikên din bêyî ku aqûbeta zarokê xwe bizane wefat kir.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Gundem û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

ÊLIH

Xizmên Windayan û ÎHD’a Êlihê jî bi heman daxwazê di hefteya 552’yemîn de li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li serê Cadeya Gulistanê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan, parêzvanên mafên mirovan, rêveberên OHD, MEBYA-DER’ê tevlî çalakiyê bûn.

Vê hefteyê serpêhatiya Hatîce Atalay a ku di 10’ê îlona 1996’an de li navçeya Pîrana Amedê dema diçû avdaniya baxçeyê xwe û hat qetilkirin, hat xwendin.

Hevseroka ÎHD’a Êlihê Rumeysa Denîz Kaya daxuyaniya serpêhatiyê xwend. Serpêhatiya qetilkirina Atalay wiha ye: “Hatîce Atalay di 10'ê Îlona 1996'an de ji bo avdana baxçeyên sebzeyan ê li hemberî Midûriyeta Polîsan a Pîranê û ji midûriyetê ji bo avdaniyê agahî da polîsan. Piştî ku Atalay dest bi avdana baxçe kir, tîmên taybet ên ku timî li wir bi cih bûne, ji Girê Ziyaretê ya li pişt Midûriyeta Polîsan bi çekên lûle dirêj gulebaran kirin.

Di wê kêliyê de hevjîna Hatîce Atalay bi qîrîn û hawar ber bi qereqolê dibeze û ji wan re dibêje bila guleyan nereşînin. Lê li wir polîsek heqaretê li wî dike û diqîre û dibêje 'Em ê te jî bikujin'. Ji polîsan re radigihîne ku hevjîna wî Hatîceyê birîndar e û dixwaze wê rake nexweşxaneyê. Lê belê polîs heta saet 06.00'ê sibehê wan li wir dihêlin. Atalay li wir ji ber windabûna xwînê jiyana xwe ji dest dide. Pişt re Serdozgerê Komarê û bijîşk birin cihê bûyerê. Di encama lêkolînê de berpirsên polîs dibêjin, li cihê bûyerê ti guleyek nedîtine û ti pêwendiya wan bi bûyerê re nîne û doz ji aliyê dozgerê giştî ve hatiye girtin. Ji ber ku rayedaran ji roja bûyerê ve lêpirsînek bi bandor û serbixwe nekiriye, kiryar wek faîl nediyar e ma.”

Piştî daxuyaniyê ji bo bîranîna Hatîce Atalay û hemû windayan çalakiya rûniştinê hat lidarxistin.

COLEMÊRG

Xizmên Windayan û Şaxa ÎHD’a Colemêrgê jî bi heman daxwazê di hefteya 142’yemîn de li Kuçeya Hunerê ya Geverê çalakî li dar xistin. Xizmên Windayan û rêveberên ÎHD’ê wêneyên windayan hildan. Parlamenterê DEM Partiyê yê Geverê Onûr Duşunmez û rêveberên DEM Partiyê, Hevşaredarên Geverê, Dayikên Aştiyê û gelek welatî tevlî çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de li faîlên Abdûlmecît Baskin ê di 30’yê îlona 1993’yan de li navçeya Altindaga Enqereyê ji aliyê polîsan ve hat revandin û piştî du rojan cenazeyê wî bi awayek êşkencekirî li nêzî avahiya MÎT’ê hatibû dîtin, hat pirsîn.

Hevseroka ÎHD’a Colemêrgê Sîbel Çapraz daxuyaniyê xwend. Çapraz xwest ku kujer ango berpirsyarên qetilkirina Abdulmecît Baskin bila bên darizandin û cezakirin.

Kurê Baskin, parêzer Eren Baskin jî axivî û diyar kir ku 32 sal in li korîdorên edliyê û li qadan li faîlên bavê xwe dipirse û destnîşan kir ku ew ê her li qadan daxwaza edaletê bike û daxwaz bike ku faîl bên girtin û cezakirin.

ÎZMÎR

Şaxa ÎHD’ê ya Îzmîrê jî bi heman armancê li navçeya Konakê çalakiya ji du hefteyan carek ji bo windayan li dar dixe, pêk anî. Gelek kes tevlî çalakiyê bûn.

Rêveberê ÎHD’a Îzmîrê Caner Canli serpêhatiya windakirina Şêxmûs Eroglû yê ku di 21’ê Îloana 1995’an de li Êlihê ji aliyê leşkeran ve di serdegirtina mala xwe de hat binçavkirin û carek din agahî jê nehat girtin, xwend. Canli da zanîn ku Şêxmûs Eroglû di sala 1930’an de li gundê Batê yê ser bi navçeya Midyada Mêrdînê ve hatiye dinê û ew bavê heft zarokan bûye. Canli destnîşan kir ku Eroglû ji roja hatiye revandin ve tu agahî jê nayên girtin û got ku ew ê her ji bo hemû winda bên dîtin û kujer bên darizandin têbikoşin.

Daxuyanî bi çalakiya rûniştinê bi dawî bû.