Di êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê de 2 kes hatin binçavkirin
Hate ragihandin ku di lêpirsîna êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê de 2 kes hatin binçavkirin û lêgerîna kesekî jî didome.
Hate ragihandin ku di lêpirsîna êrîşa li dijî avahiya DEM Partiyê ya navçeya Sultangaziyê de 2 kes hatin binçavkirin û lêgerîna kesekî jî didome.
Hine kesên nasnameyên wan nediyar duh bi çekan êrîşî avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Sultangazî ya Stenbolê kirin.
Midûriyeta Giştî ya Emniyetê ragihand ku ji êrîşkaran M.K. ê tevî wesayîta plakaya wê sexte hatiye binçavkirin.
Li gorî daxuyaniyê, kesê bi navê T.Ç. ê têkiliya wî bi M.K. re hebû hatiye binçavkirin û lêgerîna Î.G. jî berdewam e.