Dayikên Şemiyê ji bo Baskin ê ku di bin çavan de hatibû qetilkirin kombûn

Dayikên Şemiyê ji bo Abdûlmecît Baskin ê ku 1993’yan ji aliyê dewleta Tirk ve hat binçavkirin û piştre cenazeye wî hat dîtin kombûn.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ - MIROVÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê-Mirovên Şemiyê ji bo li aqûbeta windayan bipirsin û faîl-kujer bên darizandin her hefte li Qada Galatasarayê çalakiya xwe li dar dixin. Dayikên Şemiyê çalakiya xwe ya heftane ya 1018'an li dar xistin. Di çalakiyê de qurnefîlên sor û pankartên wêneyên kesên hatine windakirin hatin hilgirtin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser qetilkirina Abdûlmecît Baskin ê di bin çavan de hat windakirin û paşê cenazeyê wî hat dîtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji aliyê keça winda Fehmî Tosun, Besna Tosun ve hat xwendin.

Besna Tosun, çîroka Abdûlmecît Baskin vegot û anî ziman ku kujer hatine beraetkirin.

Melek Baskin jî anî ziman ku dema bavê wê hatiye kuştin ew 9 salî bûye û got ku ew ê têkoşîna xwe ya edaletê berdewam bikin.