Îranê cezayê girtîgehê li ferdên malbata Pexşan Ezîzî birî
Dadgeha Tehranê li sê ferdên malbata Pexşan Ezîzî bi îdiaya “alîkarî û teşwîqkirinê” salek cezayê girtîgehê birî.
Dadgeha Tehranê li sê ferdên malbata Pexşan Ezîzî bi îdiaya “alîkarî û teşwîqkirinê” salek cezayê girtîgehê birî.
Li gorî nûçeya HRANA’yê, Dadgeha Temyîzê ya Tehranê li sê endamên malbata girtiya siyasî Pexşan Ezîzî yên bi navên Ezîz Ezîzî (36), Pirşeng Ezîzî (48) û Hisên Ebasî (48) her yek cezayê salek girtîgehê lê birî.
Li gorî heman nûçeyê bi îdiaya “Alîkarî û teşwîqkirinê” her yek ji wan cezayê salek yê girtîgehê lê hatiye birîn.