Tulay Hatîmogullari: Ya bingehîn têkoşîna civakî ye

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari di hevdîtina “Nan û Edalet” ya li Stenbolê de axivî û diyar kir ku heta rakirina pergala bêedalet wê têkoşîna wan bidome.

Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) li Şîşliyê di Navenda Çandê ya Cemîl Candaş de bi tevlibûna Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari ve hevdîna “Nan û Edaletê” li dar xist. Bi ser ekranan pankarta mezin a “Em li dora têkoşina nan û edaletê bicivîn” hate nişandan. Gelek nûnerên pariyên siyasî û saziyên sivîl tevlî hevdîtinê bûn. Hevdîtin bi rêzgirtinê dest pê kir. Di destpêkê de karker derbarê pirsgirêkên xwe de mafê axaftinê girtin. 

 Karker û nûnerên sendîkayên karkeran bal kişandin ser şert û mercên xirab ên xebata karkeran û diyar kirin ku gelek karsaz ji kar derxistinê heya zext û zoriyên bi ser wan tên meşandin axivîn. Karker dan zanîn ku ev sepan berdewamiya cuntaya leşkeri ya 12’ê Îlonê ye û banga têkoşînê kirin. Herwiha karker xwestin peyamana C-189 a ILO’yê were îmzekirin. 

‘HILWEŞANDINA VÊ PERGALÊ PEYWIRA ME YE’ 

Piştî karkeran Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari axivî. Hatîmoglûllari bal kişand ser krîza aborî û wiha got: “Ev krîza sermayeyê ye. Bi ser keda pişta karkeran dixwazin aboriyê xurt bikin. Çavkaniyan dan çeteyên 5’an. 50 mîlyon mirov di bin sînorê birçîtiyê dijîn. Ev pergal pergala xenîmetê ye. Hilweşandina vê pergalê peywira me ye. Têkoşîna me dê heya hilweşandina vê pergala bêedalet û avakirina pergela biedalet bidome.”

‘A BINGEHÎN TÊKOŞÎNA CIVAKÎ YE’

Hatîmogûllari bal kişand ser pergala riziyayî û gotinên xwe wiha domandin: “Her roj li Stenbolê bi çekan qetilkirin çêdibin. Rakirina vê pergala riziyayî bi têkoşîna hevpar a karkeran re pêkan e. Li cihê ku xizanî ewqas kûr bûye grev hene, têkoşîn hene. Yekkirina têkoşînên belavela, peywira me ye. Encama ku me ji pêvajoya kampanayê fêm kiriye, rêxistinkirina hêrsê û vê rêxistinbûnê arasteyî têkoşînê kirin e. Helbet hilbijarintin girîng in lê belê a bingehîn têkoşîna civakî ye.” 

‘HÊVÎ Û TÊKOŞERIYA ME MEZIN E’ 

Hatîmogûllari herî dawî bi ser qetilkirina gelên ku şer li welatên wan didomin sekini û wiha got: “Li Xezayê mirov tên qetilkirin, li Lubnanê jî êrîş zêde bûne. Wisa xuya ye ku Îsraîl heya li herêmê şerekî mezin derdixe, dê êrişên xwe bidomîne. Werin em bi hev re vî şerî bidin sekinandin. Erdogan ji Îsraîlê re bang kir û em jî ji bo gelê Kurd bang li Erdogan dikin. Ji birîna gelê Kurd û Filîstînê xwin dirije. Pakanîna aştiya her du gelen, dê xizmeta aramiya herêmê bike. Gelê filîstînê ne bi tenê ye, dê têkoşîna me ji bo wan jî bidome. Hêvî û têkoşeriya me mezin e.”

Hevdîtin piştî axaftinan bi dawî bû.