'Jiyana girtiyên nexweş di bin xeteriyê de ye’

Li Stenbol û Enqereyê çalakiyên ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş ku her hefte tên kirin berdewam dikin. Di çalakiyan de ji bo girtiyên nexweş Odûncû û Ozbek banga “Berdana lezgîn” hat kirin.

GIRTIYÊN NEXWEŞ

Çalakiyên ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş her hefte tên kirin berdewam dikin. Vê hefteyê jî bal kişandin ser rewşa du girtiyên nexweş ên li Enqere û Stenbolê. Komîsyona Girtîgehan a Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê di 653’yemîn a çalakiya xwe ya “Rûniştina F” ku her hefte pêk tînin li ber avahiya komeleyê ya li Beyoglûyê li dar xist.

Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa tenduristiyê ya girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû yê li Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Antalyayê tê ragirtin. Di daxuyaniyê de pankartên “Tedawî maf e, nikare were astengkirin” û “Bila girtiyê nexweş Zerdeşt Odûncû were berdan” hate vekirin û dirûşmên “Bila girtiyên nexweş bên berdan” û “Tecrîd dikuje, piştevanî dide jiyîn” berz kirin. Gelek parazvanên mafên mirovan tevlî daxuyaniyê bûn. Berdevka Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD’a Stenbolê Hatîce Onaran, navên hin girtiyên nexweş rêz kirin û bal kişand ser binpêkirinên mafan ên pêk tên.

Endamê MYK’ê yê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Mûsa Pîroglû, têkildarî rewşa tenduristiyê ya Odûncû de agahî parvekirin. Pîroglû anî ziman ku ji ber grevên birçîbûnê di pişen Odûncû de xesar çêbûye û ew xesar hêj baş nebûye. Pîroglû anî ziman ku birînên şewatê yên di laşê Odûncû de enfeksiyon girtine û wiha got: “Odûncû yê ji ber nexweşiyên xwe nikare jiyana xwe ya rojane bidomîne, hatiye asta ku hewcehî bi alîkariya yekê bibîne û 10 sal in di hucreya yek kesî de tê ragirtin. Ji ber tedawî, xwarin û lênêrîna kêm rewşa wî ya tenduristiyê her ku diçe giran dibe.”

Pîroglû, xwest Odûncû û hemû girtiyên nexweş ên din werin berdan.

ENQERE

Înîsiyatîfa ji Girtiyên Nexweş re Azadî, di hefteya 525 a çalakiya xwe de li Cadeya Sakarya ya Enqereyê hatin bahev. Endamên Înîsiyatîfê pankarta “Tedawî maf e, nikare were astengkirin. Bila girtiyên nexweş bên berdan” hate vekirin. Di çalakiya vê hefteyê de bal kişandin ser rewşa girtiya nexweşa giran Ozge Ozbek a li Girtîgeha Jinan a Sîncanê tê ragirtin.

Endama MYK’ê ya ÎHD’ê Nûray Çevîrmen da zanîn ku Ozbek ji ber tumora li ser mejiyê wê di 27’ê cotmeha 2020’an de li Nexweşxaneya Acibadem ya Stenbolê emeliyata mejî ya vekirî derbaskiriye û piştî dermankirinê bilez ji nexweşxaneyê birine Girtîgeha Jinan a Bakirkoyê. Çevîrmen, qala pêvajoya dermankirina Ozbekê kir û bi lêv kir ku ji ber nexweşiya zû pêş dikeve nexweşiyên epilepsi û vertîgoyê lê derketine û got: “Tumorên wê yên mejî zextê li organan dike û ji ber tumoran guhê wê yê çepê ji sedî 72 nabihîze, destên wê diricifin, hin caran nikare mîza xwe bigire. Ev rewş dê di pêşerojê de bibe sedemê windabûna dîtin, hafize û tevgerê.”

Çevîrmen destnîşan kir ku reşwa Ozge Ozbekê gelekî krîtîk e û xwest demildest serbest bê berdan.