ROJEVA 28’Ê ÎLONA 2024’AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

ROJEV

* Êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê bêne şopandin.

* Hemdiye Osman ku 2 kurên wê di êrîşa PDK’ê de şehîd bûn, bi hesret qala zarokên xwe kir û ev bertek nîşan da, “Yên ku pişta xwe didin dewleta Tirk ne Kurd in, tenê dijminê gelê Kurd e.”

* Gerîla Dîrok Sêrt, têkoşîn û sekna hevrêya xwe ya şehîd Axîn Mûş vegot û got: “Hevrê Axîn şervanekî azadiyê bû. Hemû hewldana wê ew bû ku Rêber Apo rast fêm bike.”

* Endama Parlementoya Eyaleta Hessen Martina Feldmayer diyar kir ku Tirkiyeyê zilmê li Kurdan dike û got: “Nahêlin bi Kurdî biaxivin û zarokên wan fêrî zimanê xwe bibin. Divê Tirkiye dawî li zilma ser Kurdan bîne.”

* Bersûcê sereke yê qetilkirinê, Salîm Guran ku apê Narînê ye û keyayê gund e, yek ji selefxurên naskirî yê Amedê ye û têkiliyên wî yên nêz bi HUDA-PAR û Parlamenterê AKP’ê Galîp Ensarîoglu re hene. Li gorî îdiayan Salîm Guran, Ensarioglu xist dewrêyê û lêpirsînê beralî kir.

* Parlamentera DEM Partiyê Gulderen Varli diyar kir ku bi polîtîkayên şerê taybet qadên têkoşînê hedef tên girtin û got: "Wê nikaribin ciwanan ji qada siyasî dûr bixin."

* Rojnamevan Selman Osman anî ziman ku fikr û paradîgmaya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kilîda çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn e.

* Hevdîrektorê MLSA Veysel Ok diyar kir ku di encama xitimandina pirsgirêka Kurd de, herî zêde medyaya Kurd tê qedexekirin û got: “Her ku hewl tê dayîn pirsgirêka Kurd bi tundiyê bitepisînin, hedefa ewil dibe medyaya Kurd.”

* Çalakiyên xizmên windayan ên li navendên Kurdistan û Tirkiyeyê tên lidarxistin, wê bên şopandin.