ROJANE
Hemû Nûçe
-
ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaran name ji PE’yê re şand
ÎHD'ê ji bo Hatîce Onaran ku ji ber şandina pereyan a ji girtiyan re 8 meh in girtî ye, ji Parlamentoya Ewropayê re name şand. -
Li Manîsayê ji bo Ferdî Zeyrek merasîma veşartina cenaze
Cenazeyê Şaredarê Bajarê Mezin ê Manîsayê Ferdî Zeyrek hate veşartin ku roja ewilî ya cejnê piştî bi elektrîkê ket, hat rakirina nexweşxaneyê û jiyana xwe ji dest da. -
Wezîrên Îran û welatên Ereb li Norwêcê kom dibin
Wezîrên karên derve yên Îran, Sûriye, Siûdî Erebistan, Misir û Ummanê vê hefteyê di çarçoveya foruma aştiyê ya salane ya li Norwêcê tê lidarxistin de, wê kom bibin. -
Şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê hatin bîranîn
Şehîdên Komkujiya Gar a Enqereyê di meha 116'an a komkujiyê de hatin bîranîn. -
Berdana girtiyê 30 salan hate taloqkirin
Berdana girtiyê 30 salan Nîhat Şahîn bi hinceta gotina 'Ji bo bi nasnameya xwe ya Kurd bijîm min berdêl da' hate taloqkirin. -
ROJEVA 10'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Înîsiyatîfa li Iraqê piştgirî da kampanya hevdîtina bi Rêber Apo re
Înîsiyatîfa Azadî ji Abdullah Ocalan re ya Iraqê ragihand ku ew piştgiriyê dide kampanya navneteweyî ya ji bo hevdîtina bi Rêber Apo re. -
Rêber Apo: Projeya min a nîvcomayî êdî temam bûye
Rêber Apo got, karê wî yê azadiya jinê êdî temam bûye ku jê re gotibû, 'projeya min a nîvcomayî' û diyar kir ku ya divê bê kirin 'pêkanîna vê yekê ye'. Rêber Apo got, "Bi qasî ku hûn pêwîstiyê pê bibînin ez ê bi we re bijîm û bi we re bim." -
PKK: Em bang dikin ku li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin!
Komîteya Navendî ya PKK'ê: Em bang dikin ku biryarên Kongreya 12'emîn rast bêne fêhmkirin û bi serketî bêne bicihanîn, li ser xeta Apoyî xwe nû bikin, ji pêvajoya nû re amade bikin, bikin milîtanên bi biryar û li dora Rêber Apo hîn bi xurtî bicivin. -
Fûat Kav: Çekdanîn bi şert û mercên Serok Apo ve girêdayî ye
Fûat Kav biryarên Kongreya 12'emîn a PKK'ê şîrove kir û anî ziman ku têkoşîna çekdarî hatiye rawestandin, lê belê çek hînê nehatine danîn û got, "Meseleya danîna çekan bi şert û mercên Serok Apo û rêvebirina wî ya pêvajoyê ve girêdayî ye." -
Fîlozof Lowy: Fikrên Abdullah Ocalan cihê îlhamê ye!
Fîlozof Prof. Michael Lowy diyar kir ku fikrên Rêber Apo ji bo tevgerên ku têkoşîna civakî dimeşînin dikare bibe çavkaniya sûdwergirtinê û got, bicihhatina biryarên kongreya PKK'ê jî bi gavên şênber ên dewletê ve girêdayî ye. -
ROJEVA 9'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Rêber Apo: Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim
Omer Ocalan ku li Îmraliyê hevdîtin kir, peyama Rêber Apo ya Cejna Qurbanê parve kir: "Ez Cejna Qurbanê ya bê qurbanî li gelê me pîroz dikim. Silavan ji gelê xwe re dişînim." -
Li Îmraliyê hevdîtinên bi wesîleya cejnê
Rêber Apo û 6 girtiyên din ên li Îmraliyê, bi malbatên xwe re hevdîtina ji bo cejnê kirin. -
Girtiyê 30 salan bi kêfî nayê berdan
Berdana Mehmet Bahattîn Oncu ku divê 13'ê Hezîranê pêk were, bi biryara Desteya Çavdêrî û Îdareyê ya Girtîgehê ji bo 6 mehan hate taloqkirin. -
Kanar: Paketa Darazê ya 10'emîn neçareseriyê mezin dike!
Hiqûqnas Ercan Kanar anî ziman ku Paketa Darazê ya 10'emîn a ji Meclîsê derbas bû neçareserî mezin kiriye û got, "Nêta AKP'ê aştî nîne; ji bo karibe desthilatdariya xwe dewam bike dixwaze polîtîkayên zextê yên klasîk dewam bike." -
ROJEVA 8'Ê HEZÎRANA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Serdanên cejnê yên DEM Partiyê didomin: Aştî dide qezenckirin
Şandeya DEM Partiyê bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana AKP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA’yê kir. Di serdanan de peyamên li ser çareseriya pirsgirêka Kurd derketin pêş û bal kişandin ser pêvajoya çareseriyê ya ku navenda wê Meclis e. -
Serdanên cejnê yên di navbera partiyan de didomin
YRP, Partiya Saadetê û Partiya DEVA bi wesîleya Cejna Qurbanê serdana DEM Partiyê kirin. -
Li Behra Egeyê bi pileya 5.2 erdhej çêbû
Li Behra Egeyê bi pileya 5.2 erdhej çêbû. Hate tespîtkirin ku erdhej 7km di binê erdê de pêk hatiye. -
Li Stenbol û Enqereyê daxwaza berdana girtiyên nexweş hate kirin
Di daxuyaniyên çapemeniyê ku ji bo girtiyên nexweş ên giran Hasan Ruzgar û Kerîm Boran hatin dayîn de daxwaza berdana girtiyên nexweş hate kirin. -
Li Amedê hejmara binçavkiriyan bû 5
Bi binçavkirina endezyarê înşaetê re têkildarî şewata li Amedê ku di encamê de 4 kesan jiyana xwe ji dest dan, hejmara binçavkirinan derket 5'an. -
DEM Partî bi wesîleya cejnê bi gel re civiya
DEM Partî bi wesîleya cejnê li gelek bajaran bi gel re civiya. Pervîn Buldan a ku li Wanê axivî, bal kişand ser pêvajoyê û got, “Divê her kes berpirsyariya xwe bi cih bîne.” -
Dayikên Şemiyê: Goristaneke ku em em di cejnê de biçin serdanê, nîne
Dayikên Şemiyê cara 1054’an li Qada Galatasarayê hatin ba hev û diyar kirin ku ew ê têkoşînê bidomînin. -
AKP’ê bi wesîleya cejnê serdana DEM Partiyê kir: Berpirsyarî ya desthilatdariyê ye
Şandeya AKP’ê bi wesîleya cejnê serdana DEM Partiyê kir. Di serdanê de peyamên piştgiriyê ji bo pêvajoya çareseriyê hatin dayîn. Ruştu Tiryakî bi bîr xist ku AKP partiya desthilatdar e û got, berpirsyariya herî mezin dikeve ser milê desthilatdariyê.