ROJANE
Hemû Nûçe
-
Tiryakî: Li dijî qeyûman divê muxalefeta civakî hîn zêdetir mil bide milê hev
Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Ruştu Tîryakî diyar kir ku polîtîkayên qeyûm desthilatdariyê têk dibe û got, divê muxalefeta civakî hîn zêdetir mil bide milê hev. -
DEM Partî: Heyet wê di nava çend rojan de biçe Îmraliyê
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku hevdîtina li Îmraliyê wê di nava çend rojan de bê kirin." -
Nivîskar Sevîm Bellî jiyana xwe ji dest da
Nivîskara sosyalîst û wergêrvan Sevîm Bellî, di 100 saliya xwe de li Stenbolê jiyana xwe ji dest da. -
Milîsên HBDH’ê li Îzmîtê li ticarên tiryakê xistin
Milîsên HBDH’ê yên Taylan Demircioglu diyar kirin wan qadeke ku tespît kirine lê tiryak tê bikaranîn û firotin şewitandine. -
DEM Partî: Sîstema qeyûm wê hilweşe, gel wê bi ser bikeve
DEM Partiyê nerazîbûn nîşanî desteserkirina Şaredariya Qaxizman da û got, “Em qet vê darbeya ku li demokrasî, îradeya gel û hevşaredarên me yên hilbijartî hatî kirin, nas nakin. Sîstema qeyûm wê hilweşe, gel wê bi ser bikeve.” -
Li Berlînê şeva piştgiriya bi Can TV re
Can TV wê li paytexta Elmanya Berlînê di 28'ê Sibatê de şeveke piştgiriyê lidar bixe. -
Bayhan: Desthilatdarî wê van kûmpasan hîn bêhtir weke amûrekê bi kar bîne
Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan ê ji Partiya Kedê operasyona li hemberî HDK'ê nirxand û destnîşan kir ku têkoşîn wê bersiva herî mezin a li hemberî van operasyonan be. -
ROJEVA 24'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
‘Kesên bawerî bi “Rêya Sêyemîn” tînin wê bi ser bikevin’
Li Amedê êrîşên qirkirina siyasî ya li hemberî HDK’ê hatin protestokirin. Parlementer Ceylan Akça di çalakiyê de axivî û got, “HDK’ê rêya sêyemîn e, hûn ê nikaribin vê têk bibin. Komploger wê winda bikin.” -
Turkdogan: Mewzûata ji bo peyama bi dîmen heye
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku mewzûata ku Rêber Apo peyama bi dîmen bide heye. -
Serokê Giştî yê YNK'ê Bafil Talabanî: Em piştgiriyê didin pêvajoyê
Serokê Giştî yê Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) Bafil Celal Talabanî got, "Bi navê YNK'ê em alîgirê aştiyê ne, em piştgiriyê didin pêvajoya heyî." -
Bakirhan: Bi banga Ocalan re wê êdî axaftin li ser azadiyê bê kirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo wê bangeke dîrokî bike û bi vê bangê re wê êdî axaftin li ser demokrasî û azadiyê bê kirin. -
Kaboglû: Provaya 'Parastin çawa dikare bê hilweşandin' tê kirin
Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglû li Civata Giştî ya Awarte ya Baroya Stenbolê axivî û got, "Du meh in li Tirkiyeyê bi destê endamên dadgeriyê provaya 'parastin çawa dikare bê hilweşandin' tê kirin." -
Trump dixwaze alîkariya daye Ukraynayê lê bê vegerandin
Serokê DYE’ê Donald Trump di hewireke lihevkirinê ya di navbera Washington û Moskowê de, careke din got ku ew dixwaze alîkariya ku ji bo şerê Ukraynayê ku dikeve sala xwe ya 3’yemîn "paşde vegerîne." -
ÎSÎG: 12 salan herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan li ser kar mirin
Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di navbera salên 2013 û 2024'an de di 12 salan de herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan li ser kar jiyana xwe ji dest dan. -
Çalakiyên sîber ên Milîsan didomin
Milîsên Jin ên Agir û Rojê vê carê malpera fermî ya walîtiya Trabzonê hack kirin. -
Di karê înşaatê de hejmara karkerên Kurd ên têne kuştin, zêde dibe
Di sala dawî de 27 karkerên Wanî yên ku ji ber krîza aborî û bêkariyê koç kirin jiyana xwe ji dest dan. -
Li Mêrdînê pevçûn: 3 kes mirin
Li Mêrdînê di navbera du malbatan de bi çekan pevçûn derket û di encamê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan, 10 kes jî birîndar bûn. -
Bozan: Desthilatdarî ji fikrê HDK'ê ditirse
Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku pêla girtinê ya têkildarî HDK'ê polîtîk e û desthilatdarî fikrê HDK'ê li hemberî xwe weke gefekê dibîne. -
ROJEVA 23'Ê SIBATA 2025'AN
Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê. -
Li Enqere û Foçayê operasyona qirkirina siyasî hate şermezarkirin
Hêzên Ked û Demorkasiyê ya Enqereyê û Foçayê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê protesto kir. -
Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan. -
Dayikên Şemiyê aqûbeta Mûrat Yildizê ku ev 30 sal e winda ye pirsî
Li Qada Galatasarayê Aqûbeta Mûrat Yildizê ku di sala 1995'an de li Îzmîrê di bin çavan de hatî windakirin hat pirsîn. -
Li dijî Baroya Stenbolê fezleke hat amadekirin
Daxuyaniya ku ji aliyê Baroya Stenbolê ji bo rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin, weke mijarek sûcê hat dîtin. Der heqê rêveberiya baroyê de bi daxwaza cezayê girtîgehê yê ji 3 salan heta 12 salan fezleke hat amadekirin. -
MKG, DFG û DÎSK Basın-Îş'ê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da
Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî êrîşa qirqirina siyasî ya li dijî HDK’ê û girtina rojnamevanan da.