Milîsên HBDH’ê li Îzmîtê li ticarên tiryakê xistin
Milîsên HBDH’ê yên Taylan Demircioglu diyar kirin wan qadeke ku tespît kirine lê tiryak tê bikaranîn û firotin şewitandine.
Milîsên HBDH’ê yên Taylan Demircioglu diyar kirin wan qadeke ku tespît kirine lê tiryak tê bikaranîn û firotin şewitandine.
Milîsên HBDH’ê daxuyaniyeke nivîskî dan û wiha gotin: “Nîvşeva 20’ê Sibatê, li Îzmîr Korfezê ji aliyê milîsên me qadeke ku hatiye tespîtkirin lê tiryak tê bikaranîn û firotin, hat şewitandin. Qada ku niştecihên taxê ev demeke dirêj bû li ser wê nerazîbûnên xwe dianîn ziman di çakakiya milîsên me de hatiye îmhakirin.”
Di berdewama daxuyaniyê de hişyarî dan ticarên tiryakê û wiha gotin: “Milîsên HBDH’ê wê her tim li kêleka gel li hrmberî çeteyan şer bikin. Her kesê ku dixwaze li taxa me firotin û bikaranîna tiryakê belav bike wê ji aliyê milîsên me ve bê cezadarkirin.
Em bi taybet bangî malbatên xwe yên welatparêz û şoreşger dikin ku li tora tiryakê ya ku tê xwestin li taxên me belav bibe baldar bin û berê zarokên xwe bidin têkoşîna şoreşger.”