Turkdogan: Mewzûata ji bo peyama bi dîmen heye
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku mewzûata ku Rêber Apo peyama bi dîmen bide heye.
Hevberdevkê Komîsyona Hiqûqê ya DEM Partiyê Ozturk Turkdogan diyar kir ku mewzûata ku Rêber Apo peyama bi dîmen bide heye.
Wezîrê Edaletê Yilmaz Tûnç di 20’ê Sibatê de di bernameyek a televîzyonê de li ser mijara bê ka peyama ku tê payîn Rêber Apo bide bi dîmen be yan ne ev îdia kiribû, “Di mewzûata me de rewşekî ku hikumxwarekî bi vîdyoyê bang li raya giştî bike, ne mijarê axaftinê ye.”
Hevberdevkê Komîsyona Mafên Mirovan û Hiqûqê ya Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Ozturk Turkdogan di nirxandinên xwe yên Medya Haber TV’yê de bersiv da Wezîrê Edaletê.
Turkdogan wiha got, “Em bi rewşekî balkêş re rû bi rû ne. Îmralî di esasê de çalareş a hiqûqê ye.” Turkdogan diyar kir ku li Tirkiyeyê mewzûata li ser mijara peyama bi dîmen heye.
Turkdogan bal kişand li ser qanûna bi taybet a bi hejmar 6551’an û wiha got: “Ev qanûn qanûnekî ku di sala 2014’an de ji bo pêvajoyekî çareseriyê ya cuda hatibû derxistin. Ev qanûn heta roja îro ji bo karmend û dîsa ji bo di hejmarek kêm ên hin kesên ku di Heyeta Mirovanên Aqil de cih digirin, di hin lêpirsînan de hate bikaranîn. Ev qanûn her curê rayê dide Serokomar Erdogan. Qanûnekî ku di çarçoveyekî pir berfireh de ye. Ji ber vê yekê eger mewzûat tê xwestin, li Tirkiyeyê mewzûat heye. Ne şerte li Qanûna Înfazê binêrin, jixwe di Qanûna Înfazê de xalên pêwîst ên ji bo dayîna peyama bi dîmen heye. Tenê divê Wezareta Edaletê di vê mijarê de destûra nivîskî bide.”
Turkdogan got; “Ji vê wêdetir qanûnek me yê taybet heye. Ev qanûn eger ku bê xwestin bi destûra ku Serokomarî erkdar bike yan jî rasterast bi destûra wî jî çêdibe. Ez dixwazim van bi bîr bixim.”
Turkdogan diyar kir ku eger pêvajoyek were destpêkirin divê gav bên avêtin û wiha got; “Bi peyamê bê ya Rêber Apo re eger pêvajoyeke nû û mezin were destpêkirin, gavên pêwîst hebin ku divê zû bên avêtin. Ya sereke jî ew e ku şert û mercên xebatên azad, tendurîstî û ewlehiya Birêz Ocalan bên pêkanîn.
Ji beriya qanûnan rewatî heye. Eger bi rastî jî pêvajoyekî rewa, dirûst, jidil û cidî tê xwestin, divê li gorî pêwîstiyê wê tevbigerin. Ez ne bawerim ku derengman ji ber aliyê Kurdan e. Pêkhatiyeên Tifaqa Cumhur, desthilatdariya siyasî ya Tirkiyeyê divê biryarek bidin.
Divê burokrasiyek dewletê ku pêvajoya nû pêşwazî bike hebe. Di mijara bangê de mewzûat heye. Tenê bes di vê mijarê de îrade hebe.”