Bayhan: Desthilatdarî wê van kûmpasan hîn bêhtir weke amûrekê bi kar bîne

Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan ê ji Partiya Kedê operasyona li hemberî HDK'ê nirxand û destnîşan kir ku têkoşîn wê bersiva herî mezin a li hemberî van operasyonan be.

ÎSKENDER BAYHAN

Di operasyona 18'ê Sibatê de ya li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) hate meşandin 54 kes hatin binçavkirin. Ji kesên hatin binçavkirin 30 kes hatin girtin, li 13 kesan cezayê ragirtina li malê hate birîn û 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.

Parlamenterê Stenbolê Îskender Bayhan ê ji Partiya Kedê (EMEP) anî ziman ku ev operasyona ku di encamê de gelek siyasetmedar, hunermend û rojnamevan hatin girtin, operasyonek ji bo çavtirsandina têkoşîna civakî ye û bersiva herî mezin a li hemberî vê yekê jî xurtkirina têkoşîna civakî ye.

Îskender Bayhan diyar kir ku qeyûmên li pey hev têne tayînkirin, hewldana tepisandina têkoşîna sendîkayî ya li Dîlokê û ev operasyona li hemberî HDK'ê wê li pêşiya lawazbûna desthilatdariyê nebin asteng, her wiha wê aciziya li nava civakê jî hîn zêde bike. Îskender Bayhan ragihand ku diyar e rêveberiya yek şexsî wê dema pêş bi operasyonên bi vî rengî hewl bide xwe ji tengaviyê rizgar bike, muxalefeta karker, kedkar û gel bitepisîne û got, "Li aliyê din, desthilatdarî dixwaze peyameke wê yekê bide raya giştî ya Tirkiyeyê ku hîn jî xurt e û desthilatdariya xwe dewam dike. Lê belê ev rewş ne siyaseteke bi wî rengî ye ku karibe lawaziya desthilatdariya yek şexsî asteng bike. Ev yek hem ji aliyê aboriyê ve hem jî ji aliyê siyasî ve acizî û nerazîbûna civakî zêde dike. Li gelek deverên Tirkiyeyê grev, çalakî, têkoşîna maf û nerazîbûn hene."

'DIVÊ EM TÊKOŞÎNÊ HÎN MEZIN BIKIN'

Îskender Bayhan anî ziman ku li gorî çavdêriyên wî, operasyonên bi vî rengî wê zêde bibin, bersiva herî mezin a hêzên ked, aştî û demokrasiyê jî mezinkirina têkoşînê ye û got, "Desthilatdariya Erdogan û Tifaqa Cûmhûr polîtîkayeke welê dimeşîne ku weke siyaseta eniya xwe ya hundirîn pênase dike û ragihandina HDK'ê weke rêxistina sûc nîşan dide ku ji tifaq û yekbûneke li hemberî xwe ditirse. Helwesteke welê nîşan dide ku dikare refên hêzên li hemberî xwe belav bike. Helwesta xwe ya têkildarî lihevkirina bajêr jî bi heman rengî ye.

Çarçoveya operasyona dawî vê yekê nîşan dide: Bi Dozgeriya Komarê ya Stenbolê re ku li gorî pêwîstiya xwe kiriye mîna çoyekî, nêta xwe heye ku van operasyonan zêde bike. Tirkiye di dema nêz de bi dozên kûmpasê yên weke doza Gezî, doza Kobanê re rû bi rû ma. Niha jî ev siyaseta kûmpasê tê dewamkirin. Lewma em bi taybetî li ser wê yekê radiwestin ku divê ev operasyon bêne rawestandin.

Ji van heye ku bi vî rengî dikarin têkoşîna muxalefeta demokrasî, aştî û kedê lawaz bikin. Li hemberî vê yekê divê em bi bilindkirina têkoşîna demokrasî, aştî û kedê bersivê bidin."