Bakirhan: Bi banga Ocalan re wê êdî axaftin li ser azadiyê bê kirin
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo wê bangeke dîrokî bike û bi vê bangê re wê êdî axaftin li ser demokrasî û azadiyê bê kirin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan anî ziman ku Rêber Apo wê bangeke dîrokî bike û bi vê bangê re wê êdî axaftin li ser demokrasî û azadiyê bê kirin.
Rêxistina Stenbolê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Kongreya Asayî ya 3'yemîn li Navenda Xwepêşandanê ya Yahya Kemal Bayatli lidar xist.
Salona kongreyê bi alên DEM Partiyê hate xemilandin û pankartên “Di şer û aştiyê de ciwan li eniyên pêş in”, “Qeyûm wê biçin em ê bimînin”, “Em ê mezin li ber xwe bidin mezin bi ser kevin”, “Em ê sala 2025’an bikin sala azadiyê”, “Me bi ciwanî dest pê kir em ê bi ciwantî bi ser kevin”, “Em ê birêxistinkirî li ber xwe bidin û dawî li kedxwariyê bînin”, “Jin, jiyan, azadî”, “Ji bo jiyaneke demokratîk wekhevî edalet azadî” û “Bi pêşengîya jinên ciwan” hatin daliqandin.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan, nûnerên partiyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, tevgerên jinan û bi hezaran welatî tev li kongreyê bûn. Bi sedan jinên bi cilûbergên xwe yê Kurdî li xwe kirin, bi dirûşma “Jin, jiyan, azadî” têketin eywanê. Beşdaran gelek caran dirûşmên “Bijî berxwedana Wanê” “Bijî berxwedana Rojava”, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” berz kirin. Axaftina destpêkê ji hêla Hevserokên Bajar Gonca Yangoz û Mûrat Kalmaz ve hate kirin. Piştre jî deqeyek rêz hate girtin. Kongre, bi dirûşma “Şehîd namirin” dest pê kir. Piştre sînevîzyonek hate pêşandan.
Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tûncer Bakirhan di kongreyê de axivî û spasiya beşdaran kir. Bakirhan, bi domdarî hemû kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dayin bi bîr anî. Bakirhan, got ku Tirkiye û herêmê di qonaxeke dîrokî de ye û got: “Di vê serdemê de hemû welat polîtîkayên xwe li ber çavan derbas dikin û nû teşe didin wan lê mixabin îktîdara AKP-MHP’ê dîsa di rêya xelet de ye. Hêj jî li pey înkar û tunekirina sedsal in tê domandin in. Qeyûman tayîn dikin, kedkaran derb dikin û digirin, der heqê hevşardaran de dozan vedikin, darazê weke ço li dijî muxalîfan bi kar tînin, her roj jin tên qetilkirin û van komkujiyan rewa nîşan didin.”
Bi domdarî Bakirhan bal kişand ser êrişa ser HDK’ê ku 30 kes hatin girtin û got: “Bi hinceta ‘terorê’ wiha kirin. HDK ev 14 sal in li navenda Stenbolê xebatan dimeşîne. Ma îro hate bîra we ku ‘rêxistina terorê’ ye? HDK bi xebatên xwe xizmetê ji demokrasiya Tirkiyeyê re dike. Rêxistina terorê nîne lê jinên Kurd ên bindest e, Elewî ye, karker in, 16 milyon kedkar e... Heke hûn ji kedkarên Esenyurtê bipirsin dê bizanin ka HDK çi ye. Lihevkirina Bajar wele sûc nîşan dane. Heke ji bo pêkvejiyana gelên Tirkiyeyê xebitî be, divê hûn birêzdarî li ber bitewin. HDK 85 milyon mirovên Tirkiyeyê ye. Xebata ji bo tifaqa Tirk û Kurdan ji kengî ve bûye sûc? Ev lêpirsîn, girtin û çoyê darazê ji bo krîmînalîzekirina saziya herî demokratîk e û em ê destûrê nedin vê. Ez HDK’î me, em HDK’î ne.
Lihevkirina Bajar weke sûc nîşan didin. Anku dibêjin kedkarên Kurd û tirkiyeyî nikarin tifaqê bikin. Nikarin di rêveberiyên herêmî de bibin îktîdar. Ma karê dozgerekî ev e? Ma dê dozger biryarê bide ka em ê bi kê re tifaqê bikin? Heke hêza wî têr bike bila bi îktîdarê re li Esenyurtê namzetiya xwe deyne. Dev ji tunehesibandina vîna gel berdin. Ev gel dê xwe birêve bibe û sibe Stenbol û Enqere û gelek bajarên din birêve bibe.
Birêz Erdogan heke haya te jê nebe ez dîsa bibêjim; em 3’yemîn mezintirîn zemîna Tirkiyeyê ne. Di siyasetê de tu hesab bêyî me rast dernakevin. Ev astengî dê li pêşiya biratiya Tirk û Kurdan nebin astengî. Tevî hemû êrişan jî em ê Tirkiyeyê demokratîk bikin. Li Sûriyeyê tifaqên nû ava dibin. Her welat mecbûr e cihê xwe diyar bike. Lê ev zîhniyeta înkarger nahêla Sûriye xwe komî ser hev bike. Ji bo Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê statuyê bi dest nexe her tiştekî dike. Erê baş e me fêm kir tu li Wan û Colemêrgê îradeya Kurdan qebûl nakî, tu çi ji Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dixwazî? Tu çi ji Kurd, Elewî, Çerkes, Ermen û Êzidiyên li wir dixwazî? Xelk dixwaze li wir ser zemîneke demokratîk bijî. Dev ji vê dijminatiyê berdin. Bihêlin bila gelên Sûriyeyê biryara pêşeroja xwe bidin. Hûn çima bi destê çeteyên SMO’yê êrişî Tişrînê dikin. Ji bo Kurd statuyê bi dest nexin bi rejîma Sûriyeyê re pêwendiyan datînin. Ya ku dikeve ser milê we, qebûlkirina statuya Kurdan e. Em ji bo aştiyê amade ne lê aqilê van cuda dixebite.
Li Tirkiyeyê ji hêla siyasî ve em pêvajoyeke dîrokî dijîn. Birêz Ocalan dê li Girtîgeha Îmraliyê bangekî dîrokî bike. Di bangê de aborî, edalet, edalet, demokrasî û daraza serbixwe heye. Dê Tirkiyeyeke demokratîk ku zimanê Kurdan nayê qedexekirin, îradeya wan nayê xespkirin, Elewî weke hemwelatiyên wekhev dijîn hebe. Dê nexşerêyek bê diyarkirin. Em girîngiyê didin vê banga dîrokî. Weke DEM Partiyê me ji roja destpêkê ve gotibû ku em piştgiriyê didin vê banga birêz Ocalan. Bangekî dîrokî heye lê hin kes memnûn nînin. Hin dibêjin dê Kurdan bixapînin. Di van sed salan de 30 caran tune hatine hesibandin, hatine qetilkirin, sirgunkirin û bi birçîbûnê rû bi rû hiştine. Heta niha ev gel nehate xapandin lê dê îro were xapandin? Bû sêyemîn mezintirîn zemîna Tirkiyeyê. Mereq nekin em nayên xapandin. Hewce nake hûn şev û rojên xwe bi vê vikarê bijîn. Li şûna vê, piştgiriyê bidin. Bi banga birêz Ocalan re dê ew bendergeha ewlehî û bekayê ku xwe dispêrinê ji holê rabe. Piştî banga birêz Ocalan dê li Tirkiyeyê ser demokrasî û azadiyan were axaftin. Dê eşkere bibe ka kî pê re kî li dij e, kî derewan dike kî rastiyê dibêje. Ev wê diyar bibin. Tekane rê ew e ku pirsgirêka Kurd bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Demokratîkbûna Tirkiyeyê ye. Yên ji vê direvin dê winda bikin.”