Li Enqere, Stenbol û Îzmîrê ji bo girtiyên nexweş çalakî hatin lidarxistin
Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.
Di çalakiyên li Enqere, Stenbol û Îzmîrê de bal kişandin ser rewşa girtiyên nexweş û hate xwestin ku girtiyên nexweş bên berdan.
Ji bo bal bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş li Enqere, Stenbol û Îzmîrê çalakî hatin lidarxistin.
ENQERE
Li Enqereyê bi pêşengiya Înîsiyatîfa Ji Bo Girtiyên Nexweş çalakî hate lidarxistin. Di hefteya 546’an a çalakiyê de, çalakvan li Cadeya Sakarya ya li navçeya Çankaya kom bûn. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê bi nexweşiya giran Sabrî Yavûz ê 76 salî. Sabrî Yavûz li Girtîgeha Girtî ya Ewlekariya Bilind a Tîpa F a Hejmar 2 tê ragirtin.
Li vir Hevseroka Şaxa ÎHD’ê ya Enqereyê Nuray Çevîrmen axivî û ragihand ku Sabrî Yavûz tevî gelek nexweşiyên xwe 8 sal in girtî ye û got, divê demildest were berdan.
ÎZMÎR
Li Îzmîrê di hefteya 307’an de bi pêşengiya Şaxa ÎHD’yê ya Îzmîrê çalakvan li ber Konak Eskî Sumerbank hatin ba hev. Çalakvanan pankarta “Girtiyên nexweş dimirin. Bêdengbûn hevkariya sûc e” vekirin.
Di vê çalakiyê de azadiya girtiyê nexweş Îsa Ozgan (78) ê li Girtîgeha Girtî ya Tîpa L a Hejmar 5 a Marmarayê hate xwestin.
Daxuyanî bi çalakiyê rûniştinê bi dawî bû.
STENBOL
Li Stenbolê di hefteya 674’an a çalakiya “Rûniştina F” de, bal kişandin ser rewşa tenduristiya girtiyê nexweş Mehdî Boz ê li Girtîgeha Ewlekariya Bilind a Hejmar 2 a Elazigê tê ragirtin. Çalakvanan xwestin ku Mehdî Boz demildest bê berdan.