ÎSÎG: 12 salan herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan li ser kar mirin

Meclîsa Ewlekariya Kar û Tenduristiya Karkeran (ÎSÎG) ragihand ku di navbera salên 2013 û 2024'an de di 12 salan de herî kêm 2 hezar û 664 karkerên ciwan li ser kar jiyana xwe ji dest dan.

Meclisa Tenduristiya Karkeran û Ewlehiya Kar (ÎSÎG) rapora xwe ya “Cînayetên kar ên karkerên ciwan” parve kir.

Di raporê de cînayetên kar ên di navbera salên 2013 û 2014’an de hatine nirxandin.

Li gorî raporê; di navbera salên 2013-2024’an de herî kêm 2 hezar û 664 ciwanên karker di cînayetên kar de jiyana xwe ji dest dan.

Hat diyarkirin ku herî zêde li Stenbolê ciwanên karker jiyana xwe ji dest dane.

Hat gotin ku ji ciwanan 230 jê jin û 2 hezar û 434 jî karkerên ciwan ên mêr in.

Her wiha hate gotin ku ji ciwanên karker ên jiyana xwe ji dest dauin 280 jê penaber in.