ROJEVA 23'Ê SIBATA 2025'AN

Sernavên sereke ji rojeva Kurdistanê û Cîhanê.

Bûyerên piştî hevdîtina Rêber Apo ya bi Heyeta DEM Partiyê re kir, wê bêne şopandin.

Êrîşên artêşa Tirk a dagirker ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê, Rojava û bûyerên têkildarî mijarê wê werin şopandin.

Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku pêla girtinê ya têkildarî HDK'ê polîtîk e û desthilatdarî fikrê HDK'ê li hemberî xwe weke gefekê dibîne.

Dibistana Bilind a Hunerê ku 60 şagirt li ser sînema, muzîk û şanoyê perwerde dike, dema hîndekariyê ya nîv salê ya destpêkê qedand.

Nirxandina 'Mirovahî û azadî wê bi ser bikevin' a Rêber Apo hîn jî hêviya vê demê û paşerojê ye. Nivîsa Têkoşîn Axîn.

Di nava sala dawî de ji karkerên ji Wanê yên ji ber krîza aboriyê û bêkariyê koç kirin 27 karkeran jiyana xwe ji dest dan.