Tiryakî: Li dijî qeyûman divê muxalefeta civakî hîn zêdetir mil bide milê hev

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Ruştu Tîryakî diyar kir ku polîtîkayên qeyûm desthilatdariyê têk dibe û got, divê muxalefeta civakî hîn zêdetir mil bide milê hev.

DARBEYA QEYÛM

Alîkarê Hevserokên Giştî yên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Ruştu Tîryakî got, “Siyaseta qeyûm desthilatdariyê têk dibe. Di sala 2019’an de bersiva qeyûmên sala 2016’an hate dayîn. Di sala 2024’an de bersiva qeyûmên sala 2019’an hate dayîn. Ji ber qeyûmên ku di sala 2024 û 2025’an de hatine tayînkirin, wê desthilatdarî berdêleke hîn mezintir bide.” Ruştu Tîryakî destnîşan kir ku demokrasî tenê bi hilbijartinê nayê, divê muxalefeta civakî hîn zêdetir mil bide milê hev.

Herî dawî şaredariya DEM Partiyê ya navçeya Qazixman a Qersê ji aliyê qeyûmên mêtinger ve hate desteserkirin.

Alîkarê Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê yê ji Rêveberiyên Xwecihî Berpirsyar Ruştu Tîryakî ji ANF’ê re axivî.

Tîryakî destnîşan kir ku AKP’ê di hilbijartinên xwecihî yên 31’ê Adarê de cara ewilî pileya xwe ya partiya yekemîntiyê, ji dest da û diyar kir ku berê jî bi polîtîkaya ku ji aliyê DEM Partiyê ve hatî şopandin, di hilbijartinên sala 2019’an de bajarên mezin ên mîna Stenbol, Enqere, Edene, Antalya, Bursa û Mêrdînê ji dest da. Ruştu Tîryakî diyar kir ku polîtîkaya ku bûyî sedemê têkçûna AKP’ê, siyaseta hevpar a muxalefetê ye. Tîryakî got, “Siyaseta qeyûm desthilatdariyê têk dibe. Di sala 2019’an de bersiva qeyûmên sala 2016’an hate dayîn. Di sala 2024’an de bersiva qeyûmên sala 2019’an hate dayîn. Ji ber qeyûmên ku di sala 2024 û 2025’an de hatine tayînkirin, wê desthilatdarî berdêleke hîn mezintir bide.”

‘HÛN TENÊ BI HILBIJARTINÊ NIKARIN DEMOKRASIYÊ BÎNIN WELATEKÎ’

Tîryakî bilêv kir ku tenê bi rêya hilbijartinê mirov nikare bersiva xespa li dijî îradeya gel bide û ev tişt got, “Tenê bi tevlîbûna hilbijartinan hûn nikarin demokrasiyê bînin welatekî. Demokrasî di heman demê de têkoşînek e. Mixabin têkildarî vê yekê em li cihekî pir baş nînin. Em dibînin ku girseyeke gel heye ku dixwaze li ser sindoqan bersivê bide. Lê belê li her derê li dijî qeyûman, berxwedan didome.

Desthilatdariya siyasî dixwaze di vê pêvajoyê de bi zext û gef xwarinê xwesteka xwe pêk bîne. Lê belê pirs û pirsgirêka herî girîng ev e; em di mînakên cîhanê de dibînin ku civakîbûna aştiyê pir girîng e. Pir girîng e ku pêvajoyên aştiyê ji aliyê civakê were qebûlkirin.”

‘PÊKANÎN DESTHILATDARIYÊ DI NAVA CIVAKÊ DE GUMANAN ÇÊDIKE’

Tîryakî anî ziman ku pêkanîn navborî yên desthilatdariyê dibe sedem ku civak bi guman nêzî nîqaşên pêvajoyê bibe û got, “Yanî ez dixwazim vê bêjim; civak bawer nake ku wê geşedaneke wiha çêbibe. Bawer nake ku wê desthilatdariya siyasî gav bavêje. Gelê me pirs dike, ‘Em ji AKP’ê bawer nakin, hûn çima bawer dikin?’ Qeyûman tayîn dikin, li aliyekî din erdnîgariya Kurdan bombebaran dikin, êrîşî destkeftiyên Kurdan dikin, mirovan digirin û binçav dikin. Di van şert û mercan de wisa dixuyê ku desthilatdariya siyasî bi rêyên aştiyane pirsgirêka Kurd çareser nake. Helwesta niha ya desthilatdariyê, siyaseta durû ye.”

‘DESTHILATDARÎ DIXWAZE MUXALEFETÊ JI DERVEY NÎQAŞÊN PÊVAJOYÊ BIGIRE’

Tîryakî êrîş û zextên AKP’ê bi bîr xist û got, nêzîkatiya navbera partiyên muxalefetê di hedefa desthilatdariyê de ye, desthilatdarî dixwaze muxalefetê biçewisîne.

Tîryakî got, “Yek ji armancên desthilatdariya siyasî ew e ku partiya muxalefetê ya sereke û partiyên din ên muxalefetê, ji aktîfbûnê dûr bikin. AKP ber bi têkçûnê ve diçe, lewma şûna ku çîroka xwe binivîse û pêşerojekê ji bo civakê biafirîne, tercîh dike ku di nava partiyên muxalefetê de bilîze.”

‘MUXALEFET DIVÊ HEVPAR TEVBIGERE’

Mehmet Ruştu Tîryakî destnîşan kir ku divê helwesta hevpar a muxalefetê hîn xurttir bibe û got, “Ev demek dirêje dirûşmeya ‘bi tena serê xwe rizgarî nîne, yan bi hev re yan jî ne ti kes ji me’ heye. Li dijî êrîşên desthilatdariyê muxalefet neçare ba hev bisekine.”

Tîryakî bang li hêzên muxalefetê kir ku li dijî polîtîkayên êrîşkar ên desthilatdariyê baldar bin û ev nirxandin kir: “Tevî binçavkirin, girtin, êrîş û qeyûman jî gelê Kurd li ser piya ye û têkoşînê didomîne. Li kolanan nerazîbûna xwe didomîne û dostên xwe zêde dike.”