Di karê înşaatê de hejmara karkerên Kurd ên têne kuştin, zêde dibe

Di sala dawî de 27 karkerên Wanî yên ku ji ber krîza aborî û bêkariyê koç kirin jiyana xwe ji dest dan.

Koça karkeran a ji Wan û bajarên derdora wê ya ber bi metropolên Tirkiyeyê ve sal bi sal bi zêdebûnê re didome. Lê belê ev koç, di sektora înşaatê de ji ber şert û mercên xirab ên kar, kêmasiya ewlehiya karî û bêkontroliyê dibe sedema encamên trajîkomîk. Di salên dawî de di rêjeya mirina karkerên kurd ên ku bi taybet ji Wan, Mûş û Agiriyê diçin bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Kocaeliyê zêdebûneke metirsîdar heye. 

27 KARKERÊN WANÎ DI SALEKÊ DE JIYANA XWE JI DEST DA

Wan ji ber xirabiya aborî û bêkariyê bi salan e koçeke mezin dide. Piraniya kesên ku koç dikin da ku di sektorên înşaat û çandiniyê de bixebitin berê xwe didin rojava. Di sala 2022’yan de herî lêm 56 Waniyan di kultinên karî de jiyana xwe dest dan û di sala 2024 û her mehên ewil ên 2025’an de 27 ciwanên Wanî di encama qezayên karî jiyana xwe ji dest dan. Bi taybet ketina ji bilindahiyê yek ji sedemên herî mezin ên kuştinên sektora înşaatê ye. 

KUŞTINÊN LI ÎNŞAATAN BI DAWÎ NABIN

Li gor daneyên Meclisa Tenduristiha Karkeran û Ewlehiya Karî (ISIG), di sala 2024’an de herî kêm 1987 karkeran jiyana xwe ji dest da. Beşeke mezin a van kuştinan di sektorên înşaat, çandinî û barkirinê de pêk hat.

ZAGON NAYÊN SEPANDIN, VÊNÊRÎN TÊRÊ NAKIN

Pisporê Ewlehiya Kar Mehmet Yilmaz diyar kir ku ciwanên herêmê ji ber zehmetiyên aborî neçar dimînin ku berê xwe bidin rojava û bi taybet di sektora înşaatê de ewlehiya kar têrê nake. Her çiqas di sala 2012’an de zagonên ewlehiya karî ketibin meriyetê û hin pêşketinên erênî çêbibin jî di salên dawî de kuştinên karî dîsa zêde bûn. Yilmaz wiha axivî: “Rêjeya mirinên karkeran ên li Tirkiyeyê li gor welatên ewropî gelek bilind e. Zagon hene lê nayên sepandin. Venêrîn têrê nakin, kardêr da ku lêçûnên xwe kêm bikin ewlehiya karî tune dihesibînin. Karkeran jî bêyî ku perwerdehiyeke têrker bistînin neçar dihêlin ku bi saetên dirêj di înşaatan de bixebitin. “

XWENDEKARÊN ZANÎNGEHAN ÊN HEJAR JÎ DI ÎNŞAATAN DE DIXEBITIN

Yilmaz anî ziman ku li herêmê bi zêdebûna bêkariyê re, xwendekarên zanîngehê jî da ku lêçûnên xwe yên perwerdehiyê dabîn bikin neçar dimînin ku berê xwe didin rojava û di înşaatan de bixebitin û ev rewş bi taybet di mehên havînê de zêde dibe. Yilmaz wiha domand: “Welatiyên me mecbûr in bixebitin. Bi taybet xwendekarên zanîngehan di betlaneyên somestr û havînan de da ku piştgiriya malbata xwe bikin diçin rojava. Lê belê hem ewlehiya kar têrker nîne hem jî di encama qezayên rêwîtiyên otobusan de ciwan jiyana xwe ji dest didin. Li Tirkiyeyê rêjeya qezayên karî ji ya welatên Ewropî gelek bilindtir e.”
 
KARKER MAFÊ XWE NIZANIN, VENÊRÎN NAYÊN KIRIN

Yilmaz, anî ziman ku qanûnên ewlehiya kar tenê li ser kaxizê dimînin û got ku karsaz û karker di vê mijarê de bêzanabûn in. Yilmaz, diyar kir ku venêrîn li ser kaxizê tên kirin û got, “Karsaz ji bo hê bêtir karkeran bide xebitandin, tedbîrên ewlehiyê paşguh dike. Li Tirkiyeyê her roj dora 5 karker jiyana xwe ji dest didin.”

Yilmaz, destnîşan kir ku divê qanûnên ewlehiya kar were pêkanîn, perwerdekirina karkeran û cezayên bi bandor bikevin meriyetê. Cînayetên kar ên di sektora înşaetê de bi taybetî ji bo karkerên Kurd xetereyeke mezin e.