BI DÎMEN

Li Berlînê şeva piştgiriya bi Can TV re

Can TV wê li paytexta Elmanya Berlînê di 28'ê Sibatê de şeveke piştgiriyê lidar bixe.

CAN TV

Can TV ku bi dirûşma "Dengê maf û heqîqetê' dest bi weşanê kir, li paytexta Elmanya Berlînê 28'ê Sibatê roja Înê şeveke piştgiriyê lidar dixe.

Hunermend Seyfî Yerlîkaya, Cemîla Dînçer, Bûrhan Karakaş, Zohre Kûrtûlan, Mûstafa Yeşîlyûrt û Soner Soyer wê hunera xwe pêşkêş bikin. Îdrîs Balûken, Hevserokê FEDA'yê Demîr ÇelÎk û nûnerê Can TV Şukru Yildiz jî weke axaftvan wê beşdarî şahiyê bibin.

Şev wê li navnîşana Luxemburgerstrasse 20, 13353 Berlin li Arzte Musiktheather saet di 17:00 de destpê bike.