Bozan: Desthilatdarî ji fikrê HDK'ê ditirse
Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku pêla girtinê ya têkildarî HDK'ê polîtîk e û desthilatdarî fikrê HDK'ê li hemberî xwe weke gefekê dibîne.
Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku pêla girtinê ya têkildarî HDK'ê polîtîk e û desthilatdarî fikrê HDK'ê li hemberî xwe weke gefekê dibîne.
Têkildarî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) di operasyona 18'ê Sibatê de 54 kes hatin binçavkirin. Piştî wergirtina îfadeyê ku bi rojan dewam kir 30 kes hatin girtin, 13 kes bi cezayê ragirtina li malê hatin cezakirin û 7 kes jî bi şertê kontrola edlî hatin berdan.
Wergirtina îfadeyê hîn jî dewam dike. Têkildarî Şaredarê Esenyûrtê Ahmet Ozer ê ku girtî ye, îdîaname hate amadekirin. Di îdîanameyê de 'lihevkirina bajêr' weke hedef hate n3ışandan û HDK jî weke 'rêxistiniya terorê' hate pênasekirin.
Parlamenterê Mersînê yê DEM Partiyê Alî Bozan anî ziman ku ev kiryar hemû xizmetê ji armanceke polîtîk re dikin.
'GELO PIŞTÎ EWQAS SALAN NIHA BÛ SÛC?'
Alî Bozan anî ziman ku HDK ji damezrandinê û vir ve di çarçoveya pîvanên demokratîk de tevgeriya û destnîşan kir ku sûcdarî û delîlên piştî 11-12 salan hatin nîşandan, weke amûreke polîtîk hate bikaranîn.
Alî Bozan got, "HDK di sala 2011'an de ava bû. Rêxistiniyeke welê ye ku heta niha 13 caran civata xwe ya giştî pêk aniye. Ji sala 2011'an û vir ve karê xwe hemûyan li pêş çavên raya giştî dike, hevberdevkên xwe hildibijêre û li gorî pîvanên demokratîk tevdigere. Operasyonek li hemberî rêxistiniyeke bi vî rengî li hiqûqê nayê.
Ji ber ku HDK 14 sal in heye û heta niha li derveyî qanûnan nebû. Gelo piştî 14 salan îllegal bû? Ji xwe têkildarî kesên hatin binçavkirin, girtin û cezayê ragirtina li malê li wan hate birîn, tiştekî ku bibe sûc nîne. Tenê ji ber endametiya HDP'ê, ji ber delegetiya HDK'ê hatin sûcdarkirin. Axaftinên bi telefonê yên beriya 11-12 salan hatin qeydkirin. Qeydên telefonê hene û têkildarî vê yekê jî heta niha tiştek nehatiye kirin. Piştî 11-12 salan eger ev mirov têne girtin, hingî ev yek meseleyeke polîtîk e.
HDK rêxistiniyeke welê ye ku zêdeyî 40 partiyên siyasî, sazî di nav de hene. Rêxistiniyeke ku gel, komên baweriyan, derdorên civakî hemû xwe di nav de îfade dikin. Ji ber vê meseleyê, ji ber vî fikrî êrîş li dijî vê modela rêxistiniyê tê kirin. Di heman demê de bi vê operasyona li dijî HDK'ê re ev peyam ji civakê re tê dayin: 'Ez ê her kesên ku silavê didin Kurdan bigirim'. Yek ji armancan ev e û di heman demê de dixwaze tirsê bixe nava derdorên muxalîf ên civakê. Lê belê pêkhateyên HDK'ê bi milyonan mirovan temsîl dikin. Nikarin bi milyonan mirovî bitirsînin."
'DIXWAZIN BITIRSÎNIN'
Alî Bozan anî ziman ku armanca desthilatdariyê ji van operasyonan belavkirina tirsê ye û got, fikrê HDK'ê ji bo desthilatdariya ku xwe li ser cihêkariyê daye avakirin, weke metirsiyê tê dîtin. Bozan bi vî rengî dewam kir, "Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, di daxuyaniya xwe ya dema binçavkirina 10 endamên meclîsê ya lihevkirina bajêr de got, 'Lihevkirina bajêr hewldanek di ser DEM Partiyê re ye'. Belê, rast e. Lihevkirina bajêr formuleke di ser partiyên siyasî re ye. Ji ber ku dema me lihevkirina bajêr eşkere kir, me gotibû: Ev yek tifaqa partiyên siyasî nîne, kombûna li hev a partiyên siyasî nîne. Modeleke ku derdorên berfireh ên civakê li hev kom dibe. Ji ber vê yekê me got navê wê 'lihevkirina bajêr' e, naxwe wê jê re tifaqa partiyan bihata gotin.
Formula lihevkirina bajêr AKP yekemcar ji desthilatdariyê anî xwarê û ew kir partiya duyemîn. Ji ber vê yekê desthilatdarî vê yekê li hemberî xwe weke gefeke mezin dibîne û êrîş dike. Fikrê HDK'ê li hemberî wan gefek e. Ji ber ku AKP'ê heta niha dema ku hewl da civakê dîzayn bike, timî li ser siyaseta biçûkkirin, partçekirin û cihêkirinê tevgeriya. Lê belê HDK berevajî vê yekê li ser fikrê yekbûn û piştevaniyê ava bû. Lewma êrîş dikin."