Dayikên Şemiyê aqûbeta Mûrat Yildizê ku ev 30 sal e winda ye pirsî

Li Qada Galatasarayê Aqûbeta Mûrat Yildizê ku di sala 1995'an de li Îzmîrê di bin çavan de hatî windakirin hat pirsîn.

DAYIKÊN ŞEMIYÊ

Dayikên Şemiyê ji bo aqûbeta xizmên xwe yên di bin çavan de hatine windakirin û qetilkirin û ji bo darizandina faîlan, her hefteyê li Qada Galatasarayê tên ba hev. Dayikên Şemiyê çalakiya 1039’an li dar rxist. Dayikên Şemiyê yên ku bi qurnefîl û wêneyên windayan li Qada Galatarasayê hatin ba hev û vê hefteyê aqûbeta Mûrat Yildizê ku di sala 1995’an de li Îzmîrê di bin çavan de hat windakirin hat pirsîn û daxwaza darizandina failan hat kirin.

DEMA HAT WINDAKIRIN 19 SALÎ BÛ

Sebla Arcanê behsa çîroka Murat Yildiz kir û got, "Ew 19 salî bû û bi dayika xwe re li Îzmîrê dijiya. Murat Yildiz di 23'ê Sibata 1995'an de bi dayik û parêzerê xwe re çû Qereqola Ozkanlaro ya Îzmîr Bornovayê û teslîmî komîser Ramazan Kaya û polîs Tahîr Şerbetçî bû. Ji Mûrat Yildiz ji wê rojê şûn ve tu agahî nehat girtin û tenê 1 lîre 18 qîrûş ceza li polîsên berpirsiyar hate birîn."

‘EV 30 SAL E LI KURÊ XWE DIGERIM’

Diya Mûrat Yildiz Hanîfe Yildiz wiha axivî: "Ev 30 sal in ez kurê xwe, dayîkbûna xwe û edaletê digerim. Sal û mehên me yên biêş gelek in. Salvegera şehadeta Dayika Berfo ye, ez li hember wan bi hurmet bejna xwe ditewînim.

Daxuyanî piştî danîna qurnefîlan li Qada Galatasarayê bi dawî bû.