Li Enqere û Foçayê operasyona qirkirina siyasî hate şermezarkirin

Hêzên Ked û Demorkasiyê ya Enqereyê û Foçayê operasyona qirkirina siyasî ya li dijî HDK’ê protesto kir.

PROTESTOKIRINA QIRKIRINA SIYASÎ

Hêzên Ked û Demorkasiyê ya Enqereyê, girtin û binçavkirinên di operasyona li dijî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de protesto kirin. Daxuyanî li kolana Sakaryayê hat dayîn û pankarta ‘Em mîlyon in, mahkûm nabin’ vekirin û bê navber dirûşmeyên “Li dijî faşîzmê mil bi mil”, “Zext û binçavkirin nikarin me têk bibin” hatin berzkirin.

Endama Meclîsa Ciwanan a HDK’ê Elîf Turkoglu da zanîn ku êrîşên dijminwarî yên AKP’ê  yên li hemberî hêzên civakî didomin û got çavkaniya îdiayên ku tu bingeha wê tuneye sûcdariya ‘hûn çima li dijî desthilatdariyê xwe rêxistin dike’ ye. Elîf Turkoglu wiha got: “Ev darizandin kumpasek mezin e. Destilatdariya AKP’ê, kumpasa ku hevkarê wî yê wê demê wan nîvço hiştiye îro bi darazê bixwe temam dike.Em bang dikin ku divê demildest hevalên me bên berdan.”

Hêzên Ked û Demorkasiyê ya Foçayê jî ji bo protestokirina qeyûmên li ser şaredariyan hatine tayînkirin û binçavkirin û girtinên li dijî HDK’ê li Qada Demokrasî û Aştiyê ya Nîhat Dîrîm a Foçayê daxuyanî da. Di çalakiyê de pamkarta “Ked, demokrasî, edalet, aşştî, azadî, ekolojî, wekhevî, laîktî” hate vekirin û dowîzên, “Yên di bin çavan de û girtiyên siyasî bila bên berdan!”, “Em lihevkirina bajêr û demokrasiyê diparêzin”, “Li dijî faşîzmê mil bi mil” hatin hilgirtin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin, “Desthilatdarî di nava tirsa windakirinê de ye.”