Li dijî Baroya Stenbolê fezleke hat amadekirin

Daxuyaniya ku ji aliyê Baroya Stenbolê ji bo rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên hatin qetilkirin, weke mijarek sûcê hat dîtin. Der heqê rêveberiya baroyê de bi daxwaza cezayê girtîgehê yê ji 3 salan heta 12 salan fezleke hat amadekirin.

Der heqê Serokê Baroya Stenbolê Îbrahîm Kaboglu û endamên lijneya rêveberiyê de bi îdiaya "propagandaya rêxistinê kirine" û "ji raya giştî re agahiyên şaş dane" fezlekeyek hat amadekirin.

Di fezlekeyê de behsa daxuyaniya baroyê ya di 21’ê Kanûna 2024’an de hat dayîn ku qala rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ên ku di êrîşa SÎHA’yê ya dewleta Tirk ya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de hatibûn qetilkirin, hate kirin.

Daxuyaniya baroyê ya bi sernav “Bila hiqûqa mirovî ya navneteweyî bê pêkanîn” weke sûc hat dîtin. Di fezlekeye de hat îdiakirin ku rojnamevan Nazim Daştan û Cîhan Bîlgîn ne rojnamevan, endamên rêxistinê ne.

Daxuyaniya Baroyê bi sûcdariyên wekî teşwîqkirina endamtiya rêxistinê û rewakirina sûcên şer re rû bi rû ma.

Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê, ji bo destûra darizandinê bigire, fezleke ji Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê re şand.