MKG, DFG û DÎSK Basın-Îş'ê bertek nîşanî girtina rojnamevanan da
Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî êrîşa qirqirina siyasî ya li dijî HDK’ê û girtina rojnamevanan da.
Rêxistinên pîşeyî bertek nîşanî êrîşa qirqirina siyasî ya li dijî HDK’ê û girtina rojnamevanan da.
Di êrîşa qirqirina siyasî ya li dijî HDK’ê de rojnamevan Elîf Akgul, Ercument Akdenîz û Yildiz Tar hatin girtin. Komaleya Rojnamevanên Dîcle Firatê (DGF), Komaleya Rojnamevanên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û DÎSK Basin-Îş’ê derbarê girtina rojnamevanan de daxuyaniyeke nivîskî da.
MGK’ê di daxuyaniya xwe de daxwaza serbestberdana rojnamevanan kir. “Bi bêdengkirina rojnamevanan rastî nayên nixumandin. Çapemeniya azad temînata mafê agahîgirtina gelî ye. Ev zext ne tenê kesên li pey rastiyê dimeşin, mafê agahdariyê yê gel jî hedef digire. Bila rojnamevanên girtî demildest bên berdan! Bila dawî li zextên li ser azadiya çapemenî û ramanê were! Rojnamevanî ne sûc e. Rojnamevanên li ser şopa heqîqetê dê bêdeng nebin.”
‘DFG: ME SERÎ NETEWAND, EM Ê NETEWÎNIN’
DGF’ê di daxuyaniya xwe de diyar kir ku dê rojnamevan berdewam rastiyê binivîsin. Daxuyanî wiha ye:
“Ev heqîqet ji bo kesên ku êrîşî rojnamevanan dikin û wan digirin dibe dert. Elîf, Ercument û Yildiz rojnamevan in. Ew ji rojnamevaniyê wêdetir ji bo rojnamevaniyê têdikoşin û hevgirtinê mezin dikin. Me serî netewand, em ê netewînin. Em ê berdewam heqîqetan binivîsin. Heta hemû rojnamevanên girtî bên serbestberdan em ê têkoşîna xwe bidomînin.”
DÎSK BASIN-ÎŞ: EM Ê TÊKOŞÎNÊ GEŞ BIKIN
DÎsk Basin-Îş’ê di daxuyaniyê de bal kişand ser wê yekê ku dixwazin mixalefeta civakî biçewisînin û wiha hat gotin: “Armanca operasyonan bêdengkirin û çewisandina mixalefeta civakî ye. Rojnamevanên ku mafê agahîstantina gel diparêzin û welatiyên ku mafê xwe yê rêxistinbûnê bi kar tînin, bi rêya darazê rastî gefan tên û dema serî netewandin jî tên hepiskirin. Em ê li hember polîtîkayên zextê yên desthilayê serî netewînin. Em ê daxwaza edalet û azadiyê berdewam bilind bikin û têkoşîna xwe geş bikin. Hevalên me yên hatine girtin divê demildest serbest bên berdan.”