‘Kesên bawerî bi “Rêya Sêyemîn” tînin wê bi ser bikevin’

Li Amedê êrîşên qirkirina siyasî ya li hemberî HDK’ê hatin protestokirin. Parlementer Ceylan Akça di çalakiyê de axivî û got, “HDK’ê rêya sêyemîn e, hûn ê nikaribin vê têk bibin. Komploger wê winda bikin.”

Ji bo protestokirina êrîşên qirkirina siyasî ya li hemberî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) bi pêşengiya Tevgera Jinên Azad (TJA),  Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) li navçeya Yenîşehîra Amedê bi daxuyaniyê hate protestokirin.

Gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn û pankarta bi nivîsa, “Em ne ji bo şer, lê ji bo siyaseta demokratîk israr dikin. HDK em in” hate vekirin. Hevserokê DBP’ê yê Amedê Mehmet Şîrîn Gurbuz got, “HDK em in, HDK gel in.”

Parlamentera DEM Partî ya Amedê Ceylan Akça jî anî ziman ku bi êrîşên li ser HDK’ê ye kesên bawerî bi siyaseta “Rêya Sêyemîn” tînin têne hedefgirtin. Ceylan Akça gotinên Rêber Apo bi bîr xist ku got ku HDK’ê jî ji bo siyaseta demokratîk dixebite. Ceylan Akça destnîşan kir ku hikûmet beriya banga ku wê were dayîn hewl dide komplo çêbike û wiha got: “Ne bi girtin û ne jî bi sorkirinan nikarin vî gelî bitirsînin.”

Ceylan Akça got, “HDK’ê em in. HDK’ê rêya sêyemîn e, hûn ê nikaribin vê têk bibin. Komploger wê winda bikin. Kesên bawerî bi HDK’ê, Rêya Sêyemîn tînin wê bi ser bikevin.”

Polîsên Tirk piştî daxuyaniyê xwestin pankartê bigrin. Parlementer Ceylan Akça ku pankartê li xwe pêça, rê li ber polîsan girt. Piştî gengeşeya dem kurt daxuyanî bi dawî bû.