KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Li Şengalê Hozan Mizgîn bi stranên xwe hat bîranîn
Hozan Mizgîn li navenda Stiya Nexşa ya Şengalê bi stranên xwe hate bîranîn. -
Li Mexmûrê dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyon hate kirin
Li Çiyayê Qereçox a herêma Mexmûrê li dijî çeteyên DAÎŞ’ê operasyonek hate kirin. -
‘PDK sûc dike, em ji jiyana Silêman Ehmed bi fikar in’
DFG’ê ji bo rojnamevan Silêman Ehmed ê beriya 200 rojan ji aliyê PDK’ê ve hatî revandin, daxuyanî da û got: “Fikarên me yên têkildarî jiyana wî zêdetir dibin. PDK sûc dike.” -
'Bîranîna hevalên me çavkaniya têkoşîna me ye'
Gerîlaya HPJ'ê Aysel Çiyayê di 14'emîn salvegera îdamkirina mamosteyên Kurdî de, ew bi rêzdarî bi bîr anîn û got: "Bîranîna şehîdan ronahiya rêya têkoşînê û xweşikiya jiyana her şoreşgerekî ye." -
Ji rojnamevan Silêman Ehmed 200 roj in tu agahî nayên girtin
Asayîşa PDK’ê 200 roj berê rojnamevan Silêman Ehmed revand û winda kir. Ji wê rojê heta niha agahî ji Silêman Ehmed nayên girtin. -
Li Colemêrgê 7 kes hat binçavkirin, ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn
Ji 9 kesên ku di 8’ê Gulanê de li Colemêrgê di serdegirtina malan de hatin binçavkirin, 7 kes hatin girtin û ji 2 kesan re hepsa malê hat dayîn. -
Daxuyaniya YRK'ê ya têkildarî bombardûmana li Pênciwînê
YRK'ê ragihand ku di bombardûmana dewleta Tirk a li herêma Pênciwînê de tiştek bi hêzên wan nehatiye. -
HPG: Kamerayeke mobesse hate îmhakirin
Li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê, di çalakiya sûîqestê de kamerayeke mobesse ya artêşa Tirk a dagirker hate îmhakirin. -
Li ber bîrdariya Solaxê soza parastina Şengalê
TAJÊ di çarçoveya pêngava 'Li dijî qirkirina jin, bibe dengê xweparastinê' serdana ‘Bîrdariya Solaxê’ ya şehîdên fermanê kir ku li wir zêdeyî 80 jin û zarok hatine qetilkirin. Di serdanê de soza parastina Şengalê hate dayin. -
HPG’ê şehîdên Metînayê bi bîr anî
HPG’ê 3 gerîlayên li Metînayê şehîd bûne, bi bîr anî û got: “Hevrêyên me Qehreman, Rûbar û Fîraz bi hevrêtiya xwe ya xurt, bi ked û xwîna bi hezaran şehîdan hatiye afirandin, bûn parêzvanên jiyana pîroz a PKK’ê.” -
Kolberek din jî hate qetilkirin
Hêzên dewleta Îranê li sînorê Başûrê Kurdistanê û Rojhilatê Kurdistanê, kolberek qetil kirin. -
Li Şengalê çalakiya 'Serok mêvanê mala we ye'
Di çarçovaya pêngava 'Azadî ji Rêber Apo re, xweserî ji Şengalê re' li hemû gund û navçeyên Şengalê çalakiya 'Serok mêvanê mala we ye' hate destpêkirin. -
Dewleta Tirk bombe li Binarê Qendîlê barand
Dewleta Tirk a dagirker gundên Kuzîne û Drabî yên Binarê Qendîlê bombebaran kir. -
Birayê Begît ê ku xiyanet li gel kir hat girtin
Birayê xayin Mehmet Begît Halîl Begît ê ku bi çek êrîşî Rêxistina Navçeya Bêrecûkê ya DEM Partiyê kir, hat girtin. -
Hêzên Îranê 4 kolberên din qetil kir
Di êrişa hêzên Îranê de 4 kolberên din jiyana xwe ji dest dan. -
Li Çiyayên Gabar û Cûdiyê qedexeya dagirkeran
Herêmên Çiyayên Cûdî û Gabarê yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve di bin navê 'Herêma ewlekariya taybet a demkî' ji bo 15 rojan li şêniyên herêmê hatin qedexekirin. -
Xizmên rêveberên HAK-ÎŞ'ê bi torpîlê tevlî kar hatin kirin
Serokê Şaxê Wanê yê HAK-ÎŞ û Hîzmet-Îşê Fatîh Akdenîz ku bi îdîaya 'Şaredariyên DEM Partiyê karkeran diavêje' li Wanê serkêşiyê ji çalakiyên provokatîf dike, eşkere bû ku kur û xizmên xwe bi torpîlê tevlî kar kiriye. -
Êrişa li ser DEM Partiyê hate şermezarkirin
Şêniyên Bêrecûkê û endamên DEM Partiyê êrişa çekdarî ya li ser avahiya DEM Partiyê şermezarkirin û gotin, "Namerd bi dîroka têkoşînê ya partiya me nizanin. Em rê nadin van namerdan." -
YNK: Em biryara Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê red dikin
YNK’ê ragihand ku ew biryara Komîsyona Bilind a Hilbijartinê ya Iraqê red dikin. -
Xelkê Mexmûrê 'qedexeya hevdîtinê' şermezar kir
Xelkê Kampa Penaberan a Mexmûrê 'qedexeya hevdîtinê' ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û tecrîda girankirî şermezar kir. -
Cenazeyê Gultekîn Ozturk ê ji aliyê polîsê Tirk ve hate kuştin, hate veşartin
Gultekîn Ozturk (58) ê ku li navçeya Peyas a Amedê ji ber lêdana polîsê trafîkê yê bi motorsîkletê 6'ê Gulanê bi giranî birîndar bû, piştî 2 rojên li nexweşxaneyê jiyana xwe ji dest da. -
Li Bexdayê biryarên nû yên têkildarî Şengalê
Di civîna 19'an a Desteya Wezîran a Iraqê de têkildarî Iraqê hin biryar hatin wergirtin. Yek ji mijarên ku di civînê de derkete pêş jî jinûve avakirina Şengalê bû. -
Hevserokê MXDŞ'ê bang li koçberan kir: Bi dilekî rehet vegerin Şengalê
Di demekê de ku biryar hate dayin hemû dibistanên li kampên Başûrê Kurdistanê bêne girtin, Hevserokê MXDŞ'ê bang li xelkê Şengalê yê li kampan kir ku bi dilekî rehet vegerin ser cih û warê xwe. -
Hêlîn Umît: Têkoşînê kir ku CPT bigihêje vê nuqteyê
Hêlîn Umît got, "Eger CPT gihîştibe wê nuqteyê ku DMME'yê sûcdar bike, ev yek bi bandora berxwedana bênavber û bi biryar a gelê Kurd û dostan pêk hatiye" û destnîşan kir ku têkoşîna li vê qadê divê hîn bi xurtî bê meşandin. -
Dewleta Îranê 5 çalakvanên Kurd binçav kir
Li bajarê Pîranşar ê Rojhilatê Kurdistanê 5 çalakvanên Kurd ji aliyê dewleta Îranê ve hatin binçavkirin.