Êrişa li ser DEM Partiyê hate şermezarkirin

Şêniyên Bêrecûkê û endamên DEM Partiyê êrişa çekdarî ya li ser avahiya DEM Partiyê şermezarkirin û gotin, "Namerd bi dîroka têkoşînê ya partiya me nizanin. Em rê nadin van namerdan."

LI BÊRECÛKÊ PROTESTO

Li navçeya Bêrecûk a Rihayê, êrişa çekdarî ya li ser avahiya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) bi xwepêşandaneke girseyî hate şermezarkirin. Di çalakiyê de ku li ber avahiya partiyê hate lidarxistin, tevî Hevşaredara ji DEM Partiyê Bêrîvan Îlkaya Manas, gelek kes amade bûn.

Di çalakiyê de pankarta bi nivîsa "Em bi hev re hene, em bi berxwedanê mezin dibin, em natirsin, em li vir in" hate hildan. Hevserokê DEM Partiyê yê Navçeyê Hasan Yildiz daxuyanî da û got, "Kekê Mehmet Begît ê talanker ê xwedî mejiyê çetetiyê Halîl Begît êriş bir ser avahiya me ya partiyê ya navçeyê. Namerdên ku vê yekê dikin bi dîroka têkoşînê ya partiya me nizanin. Kevneşopiya me ya têkoşînê ya siyaseta demokratîk ti carî rê nade çeteyan, wê ji niha û pê ve jî rê nede."

'ME GELEK ÊN MÎNA WE AVÊT SER SERGOYÊ DÎROKÊ'

Yildiz êrişên beriya niha yê li ser partiya wan bi bîr xist û got, "Li dîroka vê partiyê binerin, hûn ê bibînin ku vî gelî gelek mîna we avêt ser sergoyê dîrokê. Hemû jî bi şermê têne bîranîn. Em li vir in, gel li vir e, em ji we natirsin."

Hevserokê DEM Partiyê yê Bajêr Bekîr Karakeçîlî jî got, "Me timî got, yên ku siyaseta alê dikin, di bin de mejiyekî xwe yê çete heye. Îro eşkere bû. Begît û malbata wî vê yekê bi rojane dike û doh bi şev xwe nîşan dan. Bila xelkê Bêrecûkê baldar be, armanca wan provokasyon e. DEM Partî nakeve xefika provokasyonan. Em ê nerazîbûna xwe ya demokratîk bînin ziman. Hûn ê nikaribin encamê bi dest bixin. Eger Mehmet Begît û malbata wî careke din van provokasyonan dewam bike, wê gel cezayê pêwîst bide wan. Mafê kesî nîne ku aramiya gel têk bibe. Divê tavilê îstifa bike."