JIN
Hemû Nûçe
-
Malên Jinê yên li her kantonê -II
Li 7 kantonên li Herêma Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê 52 malên jinan hene ku 302 jin lê dixebitin. Qanûn û Malên Jinê ya li Kantona Cizîrê li qadên rizgarkirî têkoşîna xwe dewam dike. -
Li Silêmaniyê starta çalakiyên 8’ê Adarê hate dayîn
Komîteya Amadekar a 8'ê Adarê diyar kir ku wan çalakiyên xwe yên Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê diyarî pêşenga şoreşger Zelal Zagros a ji aliyê dewleta Tirk ve hat qetilkirin kirin û got ku wê sibê li cihê ku lê hat qetilkirin dest bi çalakiyan bikin. -
Mafê kurtajê wê cara yekem di Destûra Bingehîn a Fransayê de cih bigire
Li Fransayê rêziknameya der barê mafê kurtajê ku dê di Destûra Bingehîn de cih bigire ji aliyê Senatoyê ve hat qebûlkirin. Bi vî awayî astengiya dawî ya li pêşiya qebûlkirina vê reforma dîrokî hate rakirin. -
Li Çilaxa jin ji bo 8’ê Adarê meşiyan
Bi wesîleya nêzîkbûna 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê li navçeya Çilaxa ya Kantona Cizîrê li ser banga Kongra Star meşek hat lidar xist. -
Jinên Êzidî û Ereb dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kirin
TAJÊ û Meclîsa Jinên Ereb li quntara çiyayê Şengalê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kirin. -
TJK-E'yê bernameya xwe ya 8'ê Adarê eşkere kir
TJK-E'yê ragihand ku di 8'ê Adarê de wê li dehan bajarên Ewropayê bi dirûşma "Em bi Jin, Jiyan, Azadî ber bi şoreşa jinê ve dimeşin" dakevin qadan û bang li jinan hemûyan kir ku tevlî çalakiyan bibin. -
Pergala Edaleta Jinê: Mala Jinê û Qanûna Jinê -1-
Saziya Mala Jinê ku bi ‘Qanûna Jinê’ re mafên jinan diparêze û avakirina malbateke demokratîk armanc dike, ji sala 2014'an û vir ve bi rengekî bê navber xebatên xwe dimeşîne. -
PAJK: Em ê bi pêşengiya ciwanan şoreşa jinê pêk bînin!
PAJK'ê şehîd Bîşeng Brûsk û Sara Hogir Riha bi rêzdarî bi bîr anî û got, "Bi pêşengiya ciwanan em ê şoreşa jinê pêk bînin û azadiya xwe ya civakî misoger bikin." -
Jinan li Wanê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî dan û meşiyan
TJA’yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de di hevdîtina jinan ku li dar xist de, banga tevlîbûna mitînga ku dê li Parka Mûsa Anter a Aştiyê li dar bixin kir. -
Jin li dijî tundiya mêr-dewletê daketin qadan
Di çarçoveya 8’ê Adarê de jin li gelek bajaran hatin ba hev û li dijî tundiya mêr-dewletê peyam dan. Di çalakiyan de berxwedêr hatin silavkirin. -
Mêran di rojekî de 8 jin qetil kirin: Banga çalakiyê hate kirin
Di 24 saetan de 8 jin ji aliyê mêran ve hatin qetilkirin. Li ser vê yekê KCDP’ê banga çalakiyê kir. -
Jinên li Sineyê wê hilbijartinên Îranê boykot bikin
Çalakvanên jin ên li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku wê hilbijartinên Parlamenta Îranê boykot bikin. -
Li Edene û Mêrdînê banga beşdarbûna 8’ê Adarê hat kirin
Jinan li Edeneyê û Mêrdînê banga di 8'ê Adarê de li qadan bigihêjin hev li hemû jinan kirin. -
Pinar Bûlûnmaz a li Sêweregê hate qetilkirin, hate bîranîn
Meclîsa Jinê ya Semsûrê ya Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK) Pinar Bûlûnmaz bi bîr anî ku li navçeya Sêwereg a Rihayê di 23'ê Sibatê de ji aliyê Ridvan Bûlûnmaz ve hate qetilkirin, ku pê re zewicî bû. -
Hevgirtina Jinan a li Ewropayê banga tevlîbûna çalakiyên 8’ê Adarê kir
Hevgirtina Jinan a li Ewropayê got, “Bi coşa têkoşîna 8'ê Adarê banga me li hemû jinên Kurdistan û Tirkiyeyê ye; Em tevlî mitîng û meşên ku wê di 8 û 9'ê Adarê de li hemû bajaran bên lidarxistin bibin. Em têkoşîna jinê bi rêxistin bikin." -
TAJÊ ji jinên Efgan re nameyek şand: Rêya azadiyê têkoşîn û berxwedan e
TAJÊ bi wesîleya 8’ê Adarê nameyeke ji Efgan re şand û peyama “li dijî tundiyê rêya çareserî û azadiyê têkoşîn û berxwedan e” da. -
TJA’yê li Wanê starta çalakiyên 8’ê Adarê da: Berxwedanê mezin bikin
TJA’yê di çarçoveya 8’ê Adarê de starta çalakiyên ku li Wanê bên kirin, da. Di çalakiyê de banga mezinkirina berxwedanê hate kirin. -
Halîde Turkoglû: Rojeva jinan şikandina tecrîda li Îmraliyê ye
Berdevka Meclîsa Jinan a DEM Partiyê Halîde Turkoglû diyar kir ku ew bi dirûşma "Her dem berxwedan, her der azadî" xwe ji 8'ê Adarê re amade dikin û got, "Rojeva jinan şikandina tecrîda li Îmraliyê ye." -
TJK-E: Ji bo azadiya Rêber Apo di 27'ê Sibatê de em li Strasboûrgê bin
TJK-E'yê got, "Em bang li jinan hemûyan dikin ku di 27'ê Sibatê de beşdarî çalakiya me ya li Strasboûrgê bibin ku wê ji bo azadiya Rêber Apo bê lidarxistin." -
Komîteya Ciwanan a PKK’ê: Meşaleyek ku nayê vemirandin, dewrî me kirin!
Komîteya Ciwanan a PKK’ê 2 gerîlayên li Herêmên Parastinê yên Medyayê şehîd bûne, bi rêzdarî bi bîr anîn û got: “Meşaleyeke ku nayê vemirandin, dewrî me kirin. Ev meşale bi agirê tolhildana şehîdên me her roj geştir dibe.” -
Li Weselê jinek hat qetilkirin
Li Hunxe-Drevenack a Weselê di dikanekê de cenazeyê jineke 50 salî hat dîtin. -
Tevgera Jinên Kurd li ser girîngiya perwerdeyê komxebatek lidar xist
Tevgera Jinên Kurd a li Ewropayê (TJK-E), ji bo jin karibin vîn û jiyana xwe biparêzin, di 24'ê Sibatê de komxebateke li ser girîngiya perwerdeyê lidar xist û gelek biryar di vê çarçoveyê de hatin girtin. -
Li Viyanayê 5 jin hatin kuştin
Li paytexta Awûstûrya Viyanayê di du bûyerên cuda de 5 jin hatin kuştin. -
TJA'yê 8'ê Adarê li Êlih û Îzmîrê da destpêkirin: Jin wê siberojê diyar bikin
TJA'yê Îzmîrê û Êlihê dest bi çalakiyên 8'ê Adarê kir. Di çalakiyan de hat diyarkirin ku berxwedana jinê wê pêvajoyê diyar bike û banga berxwedana li dijî faşîzm û mêrsalariyê kirin. -
Rapora 2023’yan : Li bajarên Egeyê mafên 525 jinan hatin binpêkirin
Meclîsa Jinan a Şaxa ÎHD'ê ya Îzmîrê diyar kir ku di sala 2023'an de li bajarên Egeyê 515 mafên jinan hatine binpêkirin. ÎHD'ê bal kişand ser binpêkirin û êşkenceya li girtîgehan.