Jina Fransî ya ku keça Êzidî kiribû kole, bi sûcê 'jenosîdê' tê darizandin

Welatiyeka Fransî dema li Sûriyê bû keçeke Êzidî kiribû kole, li Fransayê bi sûcdariya li dijî mirovahiyê û jenosîdê hat tawanbarkirin.

Sonia M. ku hevjîna emîrekî  berê yê DAÎŞ'ê ye û ji Sûriyeyê vegeriya Fransayê. Di 14'ê Adarê de li Fransayê bi sûcên li dijî mirovahiyê û qirkirinê hat tawanbarkirin. Tê gumankirin ku jina welatiya Fransayê keçeke Êzidî kiriye koleyê xwe.

Hate diyarkirin ku keça Êzidî ya ku îro 25 salî ye, dema ji aliyê berpirsê operasyonên derve yên çeteyên DAÎŞ'ê Abdulnasir Benyusuf (Ebû Mutana) ve hatiye kirîn, 16 salî bû.

AFP’ê nûçeya xwe spart çavkaniyekî nêzîkî lêpirsînê ye, daxuyand ku fermandarê DAÎŞ’ê yê niha biryara girtina wî heye, ji ber êrîşeke neserkeftî ya di sala 2015’an de li taxa derveyî Villejuifê ya Parîsê pêk anîbû hatiye mehkûnkirin.

Li gorî lêkolînên ku rojnameya Le Parisien rpoaj Şemiyê eşkere kir û AFP’ê daneyên wê bi dest xistiye, keça Êzidî diyar kir ku her roj rastî neheqiyê tê.

Li gorî nûçeyû, di danişîna Sibata borî de, jina êzîdî got ku di bihara 2015’an de zêdetirî mehekê li Sûriyê hatiye girtin û got ku bêyî destûra Sonia M. nikarîbû bixwe, vexwe û serê xwe bişo.

Jina ciwan a Êzidî diyar kir ku Sonia M. du caran tundî li wê kiriye û wê jî dizane ku hevjînê wê destdirêjî li wê kiriye.

Sonia M. a ku di 14'ê Adarê de ji aliyê dadwerê lêpirsînê yê antî-terorê ve hat pirsîn, îdia kir ku wê îstîsmar nekiriye û qebûl kir ku mêrê wê yê berê "tenê carekê tecawizê wê kiriye."

jina ciwan a Êzîdî piştî ku di Tebaxa 2014’an de ji Başûrê Kurdistanê hatibû revandin, firotibûn malbateke DAÎŞ’ê. Di sala 2014’an de li dijî Şengalê êrîşên qirkirinê hatin kirin û bi hezaran jin û keç hatin revandin û kirin koleyên zayendî. Heta niha çarenûsa gelek jin û keçan ne diyar e.

Parêzerê jina ciwan a êzîdî Romain Ruiz got ku eger dadwerê lêkolînê biryarê bide ku Sonia M. li dadgeha tawanên bilind bê dadgehkirin, doz dê bibe dadgeha yekem ku ji ber sûcên li dijî mirovahiyê tê darizandin.