Li Edene û Mêrdînê banga beşdarbûna 8’ê Adarê hat kirin

Jinan li Edeneyê û Mêrdînê banga di 8'ê Adarê de li qadan bigihêjin hev li hemû jinan kirin.

Di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li gelek bajaran starta bernameyên 8’ê Adarê hate dayîn û hin çalakî û aktîvîteyên cur bi cur hatin kirin. 

EDENE

TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê starta çalakî û aktîvîteyên di çarçoveya 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de li dar bixin bi daxuyaniya çapemeniyê dan. Ji bilî gelek jinan, namzeta hevşaredariyê ya Seyhanê ya DEM Partiyê Sever Ûzûn û namzeta hevşaredariyê ya Yuregîrê ya DEM Partiyê Şukran Eferturk tev li daxuyaniya li Parka 8’ê Adarê ya li Taxa Gulbahçeyê ya girêdayî navçeya Seyhanê hate lidarxistin bûn. 

Beriya daxuyaniyê li ber erbaneyan govend hate gerandin. Di daxuyaniya her tim dirûşmeyên “Jin jiyan azadî” hate berzkirin de metnê çapemeniyê Hevseroka DEM Partiyê ya Edeneyê Hêlîn Kaya xwend. 

Kaya ya qala dîroka berxwedana 8’ê Adarê kir, anî ziman ku jin li dijî pergala serwer a mêr li kolanan, li qadan li ber xwe didin û wiha got: “Em di 8’ê Adarê de dîsa li qadan in. Em li Cîhanê li Rojhilata Navîn li Kurdistanê 8’ê Adareke din di bin siya şer, krîza aboriyê, komkujiyên jinan û ekolojiyê û newekheviyê û berxwedan û têkoşîna li dijî polîtîkayên mersalariyê tên dayîn pêşwazî dikin.”

Kaya destnîşan kir ku weke TJA û Meclisa Jinan a DEM Partiyê dê avê, axê, daristanan, xwezayê û qadên jiyanê bi parêzin û wiha got: “Zimanê me yê dayikê, nasnameya me tê înkarkirin, bi polîtîkayên qirkirina çandî hebûna me ya civakî tê tunekirin. Weke TJA û DEM Partî ji bo zimanê xwe yê dayikê , çand û nasnameya xwe bidin jiyîn di serî de jinên kurd hemû beşên civakê vedixwînin têkoşînê û em soz didin ku di serî de kurdî ji bo hemû ziman bibin zimanê perwerdehiyê û di destûra bingehîn de bên nasîn em ê têkoşînê mezin bikin.” Kaya ya bi gotinên namzeta Hevşaredariyê ya Bajarê Mezin a Enqereyê axaftina xwe domand, anî ziman ku bi hêza ji siyasetmedarên jin ên girtî digirin dê 8’ê Adarê pêşwazî bikin.  

Jinan piştî daxuyaniyê bi belavokên belav kirin hem ji bo DEM Partiyê deng xwestin hem jî di çarçoveya 8’ê Adarê de bang li jinan kirin ku derkevin qadan. 

MÊRDÎN 

Li Mêrdînê jî starta çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê bi daxuyaniyekê hate dayîn. 
Jinên ku bi wêneyên siyasetmedarên girtî û jinên hatine qetilkirin heta Parka Rêyabejahiyê ya Mêrdînê bi erbaneyan meşiyan, cil û bergên netewî li xwe kirin. Parlamenterên bajêr Berîtan Guneş û Salîha Aydenîz jî beşdarî daxuyaniya li vir hate dayîn bûn. Jinan di daxuyaniyê de dirûşmeya “Bi jin jiyan azadî re ber bi 8’ê Adarê ve” berz kirin. Metna bangê li ser navê TJA’yê Eylem Amakê xwend. 
Amak a bi bîranîna jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dest bi axaftina xwe kir, wiha got: “Bi hêza em ji jinên pêşeng ên weke Roza, Sara, Evîn, Zelalan digirin em ê di 8’ê Adarê de li qadan, li kolanan, li meydanan bin.”

Parlamentera Mêrdînê Berîtan Guneş a pişt re axivî, bi lêv kir ku ji îro heta 8’ê Adarê dê dengê jinan li her derê were bihîstin û wiha got: “Îro dê dengê jinên Kobanê bigihe Îranê, ji Îranê bigihe Stenbolê, Mêrdînê, Êlihê ji wir bigihe Ewropayê. Ev dengê li her derê cîhanê bilind dibe dê ji bo têkoşîn û doza jinan bilind bibe. Ev deng dengê Nagîhan Akarselê ye. Ev dengê li her derê bilind dibe dê li dijî tecrîdê bibe dengek.” 

Guneş destnîşan kir ku ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 36 meh in agahî nayên girtin û wiha berdewma kir: “Ev tecîd sedemê şer, dijminatiya jinan û komkujiya jinan e. Dengê jin jiyan azadî yê li her derê cîhanê bilind dibe dê bilindbûna wî ji bo guherîn û veguherînê bidome. Îro em li Mêrdînê bi hemû rengên xwe re hatin bahev. Ji bo bibin dengê jinên bi salane tên qetilkirin, windakirin mafên wan ji destê wan tê girtin em li vir in. Ev deng ji aliyê tu desthilatan ve nikare were bêdengkirin. Li Mêrdîna ku bajarê jinan e kes nikare nîşanî me bide ku em ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê an na. Em dizanin em ê li ku daxuyaniyê bidin, em ê biryara vê bidin, ji berk u ev der bajarê me ye. Bila herkes vê bizane. Em ê têkoşîna jinan li vir mezintir bikin. Ez ji vir hemû hevalên me yên di çalakiya greva birçîbûnê de Sebahat Tuncel, Gultan Kişanak, Ayla Akat û hemû berxwedêrên azadiyê silav dikin.” 

Daxuyanî bi govend û stranan bi dawî bû.