Jinan li Wanê bi boneya 8’ê Adarê daxuyanî dan û meşiyan

TJA’yê di çarçoveya çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cihanê de di hevdîtina jinan ku li dar xist de, banga tevlîbûna mitînga ku dê li Parka Mûsa Anter a Aştiyê li dar bixin kir.

Tevgera Jinên Azad (TJA) ya Wanê li navçeya Rêya Armûşê bi boneya 8'ê Adarê bi dirûşma "Bi jin jiyan azadiyê ber bi 8'ê Adarê ve" li navçeya  Rêya Armûşê dest bi çalakiyên xwe yên ku di 26'ê Sibatê de starta wan dabû kir. Hevseroka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) a Bajêr Gulşen Kurt, Rêxistina Navçeyê ya DEM Partiyê, namzeta Şaredariyê ya Rêya Armûşê ya DEM Partiyê Canan Uzunay û gelek jin beşdarî civînê bûn. Jinên ku cil û bergên xwe yên neteweyî yên rengên li xwe kirin, li ber muzîka ku dihat lêxistin govend gerandin.

Hevseroka DEM Partiya Wanê Gulşen Kurt, li vir axivî û xwest tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê rakirin û daxwazên girtiyan ên di greva birçîbûnê de ne bên qebûlkirin. Kurt anî ziman ku gelê Kurd bi asîmîlasyon, polîtîkayên şerê taybet û polîtîkayên koçberkirinê re rû bi rû ye û got: “Ciwanên Kurd bi tevahî di sektora înşaetê de ne. Siyaseta zilmê ya mezin a li ser gelê Kurd didome. Li hemberî van hemû polîtîkayan divê gelê Kurd di hilbijartinên pêş de dengên xwe biparêze û dîsa îradeya xwe li ser sindoqan nîşan bide.”

Hevseroka Navçeyê ya DEM Partiyê Şevîn Polat jî bang li jinên Wanê kir ku beşdarî "Mîtînga Jinê ya Mezin" a ku dê bi boneya 8'ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li Parka Aştiyê ya Mûsa Anter pêk bînin, bibin.

Piştî daxuyaniyê li Taxa Emînpaşa ya navçeya Artemêtanê meşek meşaleyî hat lidarxistin. Di meşê de pankart û wêneyên jinên Kurd ên hatine qetilkirin hatin hildan. Di meşê de bêyî navber dirûşmên "Bijî berxwedana zindana", "Jin, Jiyan, Azadî" û "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin.

Jinan bi govendê li dora agirê ku vêxistin çalakiya xwe bi dawî kirin.